Hezaran ber bi gundê Sîpêneyê ve dimeşin

Hezaran ber bi gundê Sîpêneyê ve dimeşin

Bi hezaran kes di bin pêşengiya MEYA-DER'ê de li gundê Çemê Alîka yê navçeya Lîceyê ya Amedê hatin cem hev û ber bi qada Gundê Sîpêne yê 10 gerîlayên HPG'ê yê di nav de Endamê Konseya Leşkerî yê HPG'ê Ertem Karabulut (Numan Amed) heye jiyana xwe ji dest dan ve dest bi meşê kirin.

Li gundê Cema Elîka yê navçeya Lîceyê ya Amedê bi hezaran welatî di bin pêşengiya MEYA-DER'ê re hatin cem hev û ber bi qada gundê Sîpênê ya ku 10 gerîlayên di nav de Endamê Konseya Leşkerî yê HPG'ê Ertem Karabulut (Numan Amed) heye jiyana xwe ji dest dan ve dest bi meşê kirin.

Bi sedan kes serê sibê li ber avahiya Rêxistina BDP'ê ya Amedê hatin cem hev û ber bi nokteya 10 geîrlayên HPG'ê jiyana xwe ji dest dan bi rê ketin. Li gelek navçe û gundên Amedê jî bi sedan welatî ber bi gundê Çemê Elîka ve derketin rê.

Bi hezaran kesên di ketina Lîceyê de piştî lêgerîna polîs û leşkeran li goristina gundê Çemê Elîka hatin cem hev û slogana "Şehîd namirin" qêriyan. Bi hezaran kes ji vir ber bi noqteya Sîpeynî ya li çoltarê gund Şenlîkê ya 10 gerîlayên HPG'ê yên di nav de Karabulut jî hebû dest bi meşê kirin.

Girseyê pankratên "Rê heval Numan rûmeta meye şehît namirin, gele herêma şehît Kendal" û "Li sêgoşeya navçeyên Lîce û Dara Henê artêşa T.C. a dagirker di 31'ê kanunê de êrîşekekî tunekirinê li dar xistibû. Di vê êrîşê d e hevalên me bi rûmet berxwedan û şehîd namirin" vekirin û posterên Rêberê Gleê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên ji pêşengên PKK'ê Mazlum Dogan, Mahsun Korkmaz (Egîd), Sakîne Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez vekirin. Di meşê de sloganên "Bijî Serok Apo" û "Şehîd namirin" tên berzkirin.

Meş berdewam dike.