Hêzên Asayîşê di bin sermê de parastinê dikin

Hêzên Asayîşê di bin sermê de parastinê dikin

Tevlî rewşa sar hewayê û barîna berfê li piraniya Rojavayê Kurdistanê Hêzên Asayîşê erka xwe ya parastinê dikin û li ser bendên xwe yên kontrolê nobedariyê dikin.

Li hemû rêyên ketin û derketina bajaran, her wiha li ber saziyan hêzên Asayîşê nobedariyê dikin û erka xwe ya parastinê pêk tînin. Barîna berfê û seqema zivistanê jî li pêşiya hêzên Asayîşê ne bûye asteng û bi hemû îmkanên xwe bi şev û roj parastinê dikin.

Endamê Asayîşa Kobanê Hecî Oso ku li ser benda Riya Minaz a Kobanê nobedarî dike diyar kir ku ne berf û ne jî seqema zivistanê li pêşiya xebatên wan dê nebin asteng.

Endamê Asayîşa Gundê Kerik a Kobanê Yihya Nesan jî li ser benda kontrolê nobedarî dike û parastina şêniyên gund dike. Nesan destnîşan kir Asayîş bi hemû îmkanên xwe parastina welatiyan dikin û di hemû şert û mercan de dê erkê xwe yê parastinê pêk bînin.