Hêzên Asayişê: Em girêdayî Desteya Bilind in

Hêzên Asayişê: Em girêdayî Desteya Bilind in

Li hemberî şer û aloziya li Sûriyeyê, gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê ji bo ewlekariya herêmên xwe hêzên asayişê ji nava xwe ava kir. Endamê Rêvebirya Asayişê li Kobanê Ismet Ehmed diyar kir ku ew ji bo parastina welatiyan û ewlekariya wan di bin  sîwana Desteya Bilind a Kurd de kar û xebatê dikin.

Tevî ku ev hêzên asayîşê di bin banê Desteya Bilind a Kurd de kar û xebatên xwe bi rê ve dibin, hin derdor bi zanebûn hewl didin asayîşê weke hêza partiyeke siyasî nîşan bidin.

Rêveberên hêzên asayîşê li bajarê Kobanê li hemberî van derdoran nerazîbûn nîşan da û dan zanîn ku ew ji bo ewlekariya hemû gelên herêmê tevdigerin.

Endamê Rêvebirya Asayişê li Kobanê Ismet Ehmed diyar kir ku ew ji bo parastina welatiyan û ewlekariya wan di bin  sîwana Desteya Bilind a Kurd de kar û xebatê dikin. Ehmed li hemberî gotinên weke "asayîş girêdayî pariyeke siyasî ye" anî ziman ku ev yek ne rast e û ew girêdayî desteya bilind in û gelek endamên partiyên cuda di nav wan de cihê xwe digrin.