Hêzên Başûr: Helwesta PDK’ê li dijî berjewendiyên netewî ye
Hêzên Başûr: Helwesta PDK’ê li dijî berjewendiyên netewî ye
Hêzên Başûr: Helwesta PDK’ê li dijî berjewendiyên netewî ye
Hêzên siyasî û parlamenterên Başûrê Kurdistanê biryara PDK'ê ya qedexekirina derbasbûna hevserokê PYD'ê Salih Muslim rexne kirin û diyar kirin ku ev helwest li dijî berjewendiyên netewî ye.
Nerazîbûnên li dijî astengkirina Hevserokê PYD’ê Salih Muslim a ji aliyê rêveberiya Başûrê Kurdistanê ve didomin. Hêzên siyasî û endamên Parlementoya Başûrê Kuristanê jî nerazîbûna xwe anîn ziman.
Berpirsyarê Tevgera Goran ê Hewlêrê Mihemed Hacî diyar kir ku qedexekirina derbasbûna Hevserokê PYD'ê kiryarek xirab e û ji rayedarên hikûmetê xwest ku deriyê sînor ji bo hemû kurdên Rojava veke. Hacî da zanîn ku gelê Rojava di rewşe hesas re derbas dibe û pêwîste hemû hêzên kurdî piştgiriya Rojava bikin.
Ji rayedarên Yekgirtina Îslamî Xelîl Îbrahîm jî astengkirin şermezar kir û da zanîn ku ew vê biryara PDK'ê na pejirînin. Îbrahîm diyar kir ku kurdên Rojava ji bo başûrê Kuristanê gelek xebat kirine û destkeftiyên Başûrê Kurdistanê yên hemû Kurdan e.
Endamê Parlamentoya Başûrê Kurdistanê Mehmûd Osman jî destnîşan kir ku biryara PDK'ê biryareke siyasî ye û pêwîste ev pirsgirêk bi diyalogê were çareser kirin.
Berdevkê YNK'ê Azad Cindiyanî ji ANHA'ê re axivî û da zanîn ku wek YNK'ê haya wan ji biryara qedexekirina derbasbûna Muslim tuneye.
Cindiyanî diyar kir ku pêwîste deriyên sînor ji bo hemû gelê Rojfva vekirî be.
Cindiyanî ji hikûmetê xwest ku vê pirsgirêkê çareser bike.