Hêzên Kurd 4 gundên Xiristiyanan rizgar kirin

Hêzên Kurd 4 gundên Xiristiyanan rizgar kirin

Hêzên Başûrê Kurdistanê, li rojavayê Hewlêr 4 gundên Xiristiyanan ên di destê çeteyan de rizgar kirin.

Hat ragihandin ku hêzên pêşmergeyan danê vê sibehê çeteyên DAIŞ ji 4 gundan derxistine.

Ev gund ji ber nêzî navçeyên Bertala  û Karakuş ên di destê çeteyên DAIŞ de ne pir girîng in. Karakuşa navçeya herî mezin a Xiristiyanan a li Iraqê û bi dehan gundên wê ji ber hovîtiya çeteyên DAIŞ hatibûn valakirin.