Hêzên rejîmê 6 ciwanên Kurd revandin

Hêzên rejîmê 6 ciwanên Kurd revandin

Hêzên ewlekariya Sûriyê, li bajarê Qamişlo 6 ciwanên Kurd revandin. Heta niha tu agahî ji ciwanan nehatine girtin.

Çavkaniyên herêmî diyar kir ku hêzên ewlekariyê yên rejîma Sûriyê Çarşema derbasbûyî li kolana Quwetlî ya taxa Kornîş 6 ciwanên Kurd ku ji Başûrê Kurdistanê vegeriyabûn revandin. Li gorî çavkaniyan ji ciwanên hatine girtin navên 3’yan wiha ne: "Diyar Ebdilbarî Seîd, Ehmed Mihemed Kamil Derwêş û Xelîl Remedan”. Navên sê ciwanên din nehate hînbûn.

Hate gotin ji ciwanên hatine girtin Ehmed û Xelîl xwediyên zarokane û li Başûrê Kurdistanê karê necariyê dikirin.