Hêzên tarî 2 rêveberên Saziya Ol û Neteweyan qetil kirin

Hêzên tarî 2 rêveberên Saziya Ol û Neteweyan qetil kirin

Serokê Saziya Ol û Neteweyan Mehmud Şêxmûs Elî ku wek Seyda tê nasîn û rêveberê saziyê Ferhad Qamişlo, li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, bi awayekî kuştî hatin dîtin. Cenazeyên Seyda û Qamişlo ku hate gotin ji aliyê hêzên tarî ve hatine qetilkirin, spartin axê.

Li gorî agahiyên ji Asayîşa Qamişlo hatin girtin, Serokê Saziya Ol û Neteweyan Mehmud Şêxmûs Elî ku wek Seyda tê nasîn û rêveberê saziyê Ferhad Qamişlo, li mala Seyda ya li hemberî îstasyona trênê ya li Taxa Enteriyê bi awayekî qetilkirî hatin dîtin.

Li gorî lêkolînên Asayîşê Seyda û Ferhad Qamişlo şeva Cejna Remezanê hatine qetilkirin. Hate hîn bûn ku her du rêveberên saziyê bi guleyên demanceyê ku ji serê xwe û singa xwe xwarine jiyana xwe ji dest dane. Her du cenaze piştî ku 2 rojan agahî ji Seyda û Qamişlo nehatin girtin, li ser lêgerînê îro hatin dîtin.

LÊPIRSÎN Û LÊKOLÎNA DERBARÊ BÛYERÊ DE DIDOME.

Cenazeyên Seyda û Ferhad Qamişlo ku rakiribûn Mizgefta Enteriyê, di saetên êvarê de li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan bi merasîmekê spartin axê. Di merasîma cenazeyan de rêveberên partî û saziyan, her wiha bi sedan welatî amade bûn.

Di merasîmê de li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan û TEV-DEM’ê axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hat destnîşankirin ku hêzên tarî yên ku li hemberî îradeya gel têk çûne, êdî serî li rêyên nemerdane didin û dixwazin bi vî rengî îradeya gel bişkînin. Axaftvanan destnîşan kirin ku êrîşkar tu caran nagihêjin armanca xwe û dê heyfa Seyda û Ferhad Qamişlo bê hilanîn.

Piştî axaftinan her du cenaze spartin axê.