Hêzên YPG'ê Depoyên Til Elo rizgar kir

Hêzên YPG'ê Depoyên Til Elo rizgar kir

Di çarçoveya opersyona şorşgerî ya "Tolhildana Şehîdên Tirbespiyê û Çilaxa" de hêzên YPG'ê Depoyên Genim ên Til Elo ku bargeha sereke a komên çete yên DAIŞ'ê bikar tanîn rizgar kirin.

Hêzên YPG'ê di qonaxa  3. a opersyona Şorşgerî de piştî gundên Girhok, Yûsifiyê, Ebû Hecer, Girê Fatê û gelek navendên herêma Çilaxa şevêdin rizgar kirin. Hate gotin Depoyên genim ên Til Elo ku wekî bargeha sereke ya komên çete yên DAIŞ'ê dihate bikar anîn û ji vir êrîşî herêma Çilaxa dikirin jî hate rizgar kirin.