Hêzên YPG'ê gundê Til Enter rizgar kir

Hêzên YPG'ê gundê Til Enter rizgar kir

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) gundê Til Enter û nopteyek çeteyên DAIŞ'ê  ku di navbera Til Koçer û gundê Mehmûdiyê rizgarkirin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin pevçûnên li derdora Til Koçer ku di navbera hêzên YPG'ê û çeteyên DAIŞ'ê derketibûn hîn didomin. Hate hînbûn ku di encama pevçûnên îro êvarê de hêzên YPG'ê gundê Til Enter a Til Koçer û noqteyek çeteyan ku di navbera gundê Mehmûdiyê û Til Koçer de bû rizgar kirin.

Hate gotin ku di gundê Til Enter de girekî îstratîcî hebû û  komên çete yên DAIŞ'ê xwe têde bi cih kiribûn. Hate ragîhandin ku di encama pevçûnan de gelek komên çete yên DAIŞ'ê windayîn mezin danîne.

Pevçûnên dijwar li herêmê didomin.