Hêzên YPG û YPJ li 5 eniyan şer dikin
Hêzên YPG û YPJ li 5 eniyan şer dikin
Hêzên YPG û YPJ li 5 eniyan şer dikin
Li Rojava piştî rizgarkirina herêmên kurd, li dijî êrîşên komên El Qaîdeyê yên ji meha Tîrmehê û vir ve Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastinê yên Jinê (YPJ) li gelek eniyên li Çilaxa, Tirbespiyê, Serêkaniyê, Kobanê, Efrîn û Helebê şer dikin. Pevçûn li kozik û eniyan dimeşin û li Çilaxa jî piştî êrîşên întiharî yên du hefteyên dawî ku di encamê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan, hêzên YPG û YPJ, dor li sê gundên komên El Nûsra lê bicih bûne, girtin.
Li Rojava, bi zêdebûna kuştina sivîlan û êrîşên întiharî yên komên El Nûsra û Dewleta Îslamî ya Şam Iraqê yên ser bi El Qaîdeyê, hêzên YPG û YPJ'ê dest bi êrîşa giştî kirin.
Hema hema her roj pevçûn diqewimin. Bi giranî jî li Çilaxa, Tirbespiyê û Serêkaniyê pevçûnên dijwar rû didin.
Li Serêkaniyê, piştî êrîşa bi hewanan a li dijî sivîlan, hêzên YPG û YPG'ê eniya xwe fireh kirin û li hemberî koma El Nûsra dest bi operasyoneke nû kirin. Li rojavayê bajêr li Til Xelefê li dijî El Nûsra eniyeke nû ya şer vebû. Li vê derê, li nêzî gundê Esediyê, roja Înê ambûlansek ji bo rakirina birîndaran çûbû herêmê rastî erîşan hewanan a El Nûsra hatibû û di encamê de ajokarê ambûlansê Suleyman Cemîl û hemşîre Xebat Ferme jiyana xwe ji dest dabûn. Pevçûnên li herêm Til Xelefê cih bi cih dewam dikin.
LI ÇIRAXA DOR LI SÊ GUNDAN HATIN GIRTIN
Li dijî El Nûsra ya êrîşên întiharî dike, li herêma Çilaxa operasyonek hat destpêkirin. Di êrîşên El Nûsra yên du hefteyên dawî li hemberî nuqteyên kontrolê yên Çilaxa pêk anî de, 2 jê endamên asayîşê, 3 jê Erebên sivîl 5 kesan jiyana xwe ji dest dan, 2 kes jî birîndar bûn. Li ser vê yekê hêzên YPG û YPJ'ê dor li 3 gundên El Nûsra lê bicih bûye, girtin. Hêzên YPG û YPJ'ê çekên giran li herêmê bicih kirin û şerê li dijî komên El Nûsra dewam dike.
KOZIK TÊN KOLANDIN
Hêzên YPG û YPJ'ê li dijî komên El Qaîde yên li gundên Yûsifye, Girho û Cinêdiyê yên Çilaxa bicih bûne jî, amadekariyan dewam dikin û kîlometreyek dûrî van gundan kozikan dikolin.
Yekîneyên Parastina Gel li mezrayên di dema êrîşên El Qaîdeyê vala bûne de, kozik çê kirine û dor li her sê gundan girtine. Li vê herêmê dem bi dem şerê eniyê tê meşandin.
GEL 24 SAETAN DI NOBEDÊ DE YE
Ji aliyê din ve, li Serêkaniyê û Çilaxa, bi saya tedbîrên YPG û YPJ'ê, vê gavê pêşî li êrîşên bi doçka û hewanan ên El Nûsra li dijî gundên Kurd û Ereban hatiye girtin. Gel jî li dora gundên xwe kozik çê kirine û 24 saetan nobedê digire. Ev yek êrîşên El Nûsra yên li dijî sivîlan asteng dike. Bi nuqteyên kontrolê yên asayîşê re jî, pêşî li êrîşên întiharî yên li navenda bajêr tê girtin.
Hêzên YPG û YPJ'ê bi tedbîrên xwe re, di asteke mezin de pêşî li êrîşên komên El Nûsra yên li dijî sivîlan girtine û niha jî xwe amade dikin ku waregehên derveyî bajêr, ji çeteyan xalî bikin.
ŞERVANÊN YPG Û YPJ'Ê: EMÊ ROJAVA JI ÇETEYAN XALÎ BIKIN
Hêzên YPG û YPJ'ê ku li eniya şer bi derfetên kêm li dijî êrîşan şer dikin, heta niha li xeta Çilaxa-Serêkaniyê 70 wendahî dane. Şervanên Kurd destnîşan dikin ku wendahiya komên çete qat bi qat zêdetir e û diyar dikin ku êdî ew nema xwe li wendahiyan radigirin. Şervanên Kurd destnîşan dikin ku ewê bi çekên wan bi derfetên xwe ava kirine, Rojavayê Kurdistanê ji çeteyan xalî bikin.