Hidir Demiroglu bû şaredarê nû yê Çelê

Hidir Demiroglu bû şaredarê nû yê Çelê

Piştî Şaredarê Çelê Mehmet Kanar ji aliyê Wezareta Navxweyî ve ji peywirê hate girtin di navbera endamên Meclîsa Şaredariyê de hilbijartin pêk hat û Hidir Demîroglu hat hilbijartin. Endamê Meclîsa Şaredariyê yê BDP'î Demîr dengên 5 endamên meclîsê yên BDP'î û 3 yên AKP'ê hemû girtin.

Ligel doza derbarê Şaredarê Çelê Mehmet Kanar berdewam dikir ji aliyê Wezareta Navxweyî ve ji peywirê hate girtin li Salona Meclîsê ya Şaredariya Êelkê ji bo şaredarê nû hilbijartin pêk hat. Civîna di bin serokatiya cîgirê Şaredar Zîro Koç de pêk hat, Şaredarê Çelê yê ji peywirê hate girtin Mehmet Kanar, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Çelê Servet Tunç û hinek welatî tevlî bûn.

Berî hilbijartinê Mehmet Kanar axivî û diyar kir ku ew dê heta dawiyê piştgiriyê bide şaredarê nû tê hilbijartin û wiha got: "Nêzî 4 salin ez li vir şaredariyê dikim. Bi biryarekî siyasî ez ji peywirê hatim girtin. Em dê her tim ji bo gelê xwe xizmetê bikin. Dibe ku kêmasiyên me çêbibin lê em dê bi hev re xizmetên xwe berdewam bikin."

Serokê Rêxistina BDP'ê yê Çelê Servet Tunç jî diyar kir ku ew biryara siyasî şermezar dikin û wiha got: “Ez li ser navê partiya xwe ji ber xizmetên serkeftî yên Birêz Mehmet Kanar kirin spasiyan dikim. Em ji şaredarê xwe yê nû re jî serkeftinê dixwazin."

Piştî axaftina ji 9 endamên meclîsê yek bi destûr bû û 8 kes tevlî civînê bûn. Di civînê de bi dengdayîna girtî hilbijartin pêk hat û şaredar hate hilbijartin. Piştî hilbijartinê Endamên Meclîsa Şaredariyê yê BDP'î Hidir Demîroglu dengên 3 AKP'î û 5 BDP'iyan bi temam girt bû Şaredarê Çelê yê nû. Wekîlê Şaredar Zîro Koç encama hilbijartinê aşkerakirin û wiha got:

 "Em îro li vir li şuna Birêz Mehmet Kanar ê bi neheqî ji peywirê hate girtin şaredarê xwe yê nû hildibijêrin. Ji 9 nedamên me 8 kes tevlîbûn. Di encama hilbijartinê Hidir Demîroglu 8 deng girtin û bû şaredarê me yê nû."

Koç piştre meqam dewrî şaredarê nû kir. Şaredarê nû Demîroglu jî diyar kir ku ew dê bi hêz xebatên xwe bidomînin û wiha got: “Şaredarê me Birêz Mehmet bi biryarekî siyasî ji peywirê hate girtin. Lê her tişt ji me re xilasnebûye. Birêz Kanar her tim dê li cem me be. Ya ji destê me tê em dê bi hev re bikin. Di hilbijartina îro de navê min derket. Hêvî dikim ku sala 2013'an dê bibe sala aştiyê. Hêvî dikim ev sal dê bibe sala azadiya gelê kurd û Birêz Abdullah Ocalan."

Hidir Demîroglu di sala 1981'an de li gundê Şîvîşk ê navçeya Çelê ya Colemêrgê hate dinê. Demîroglu zewicî û bavê 5 zarokan e.