Girtiyên ji doza PKK'ê yên Zindana Amedê daxuyanî dan û diyar kirin ku hikûmeta AKP'ê dewleta tirk êdî aşkere neyartiya xwe ya li hemberî Gelê Rojava diyar dike û ji çar aliyên cîhanê li ser gelê Rojava çeteyan kom dike.
Girtiyên ji doza PKK'ê yên Zindana Amedê têkildarî helwesta hikûmeta AKP'ê û dewletê daxuyaniyek nivîskî dan. Girtiyên ji doza PKK'ê anîn ziman ku dijminantiya dewletê û hikûmetea AKP'ê her ku diçe zêde dibe û bi awayekî zelal diyar dibe. Girtiyên ji doza PKK’ê, da zanîn ku piştî Şoreşa Rojava di 19'ê Tîrmeha 2012'an de dest pê kir û şûnde helwesta hikûmeta AKP'ê ya li hemberî gelê Rojava hat guhertin û wiha cih daxuyaniyê: "Hikûmetê hemû derfetên xwe sefer ber kir û ji çar aliyê cîhanê endamên komên çeteyan anîn û şandin Rojava. Piştî dewletê û hikûmetê endamên komên çeteyan şandin Rojava, gelek welatiyên sivil bi destê endamên çeteyan hatin qetilkirin. Ji bo alîkarî neçe Rojava di navbera Bakurê Kurdistanê û Rojava de hemû deriyên sînor girtin û ev yek jî ne bes e niha dîwaran ava dike. Li aliyekî deriyê diwarên şermê heta dawî li çeteyan vedike û li gelê Rojava û Bakurê Kurdistanê jî derî digire. Dîsa heta dawî hemû alîkarî û piştevaniya çekan û lojîstîkê dide endamên komên çeteyan. Endamên çeteyan li hemberî kurdên rojava pêkanînên dijmirovahî pêk tîne û komkujiyê dikin."
Girtiyan, di berdewama daxuyaniyê de anîn ziman ku Gelê Rojava di pêşengiya YPG û YPJ'ê de bi qehremanî di ber xwe dide û hewldanên çete û polîtîkayên hikûmeta AKP'ê û hêzên derve vala derdixe. Di demên dawî de bi taybetî li Riha û navçeyên wê kesên ji Rojava tên ji aliyê polîsên AKP'ê ve yek bi yek tên binçavkirin û tên girtin. Girtina welatiyên Rojava bi sedema ku alîkarî dane PYD'ê tên girtin. Lê li aliyê din jî rayedarên hikûmetê yên herî jor bi Hevserokên PYD'ê re hevdîtin dikin. Ev girtin û binçavkirin nayê qebûlkirin. Bi taybetî ji kesên tên girtin der barê edamên YPG- YPJ'ê û fermandarê wan agahî tên xwestin. Dîsa der barê YPG û PYD'ê agahî tên xwestin."
Girtiyan di dirêjahiya daxuyaniyê de anî ziman ku fermadarên YPG-YPJ'ê bi wêneyan nîşan didin û piştre dikin hedefa endamên çeteyan. Dixwazin welatiyên ji Rojava tên bikin sîxur. Ev nêzîkatiya hikûmetê ne hiqûqî û zagonî ye."
Girtiyan da zanin ku di demên dawî de 8 welatiyên Rojava anîne Zindana Amedê û wiha berdewam kir: "Di mehek dawî de 8 welatiyên Rojava ên hatin girtin anîn zindana Amedê. Welatiyên bi navê Şefkî Ahmedo Nasuru, Salih Cuma Cimo, Mustafa Ahmede Reşo, Cihat Şexe, Ahmed Sinan Omer, Ali Suleyman Sino, Xelil Mehmud Mislim, Osman Henefi Misto" Girtiyan destnîşan kir ku bi hinceat alîkarî dane PYD'e û wiha berdewam kir: "Mînak Welakiyê ji Efrînê ji bo perçeyê maşîna kepçeyê hat Rihayê ji aliyê polîsan ve hat girtin. sedema girtina Cihat Şexe Ali Suleyman Sino û Ahmed Sinan Omer jî 3 torbe xwarin wekî delîl hat nîşandan. Dîsa 4 kumandayê televîzonê wekî delîsa sûc nîşan dan.
Girtiyan, anîn ziman ku girtiyên Rojava ku niha li cem wan in jî bi heman hincetê hatine girtin û polîtikaya AKP'ê ya li hemberî Rojava nîşan dide.
Girtiyan da zanîn ku hemû helwesta li hemberî Gelê Rojava, êrîş û sixûrtiya dispêrin gelê Rojava şermezar dikin û dê li hemberî vê yekê bertekên xwe nîşan bidin.