Hikûmeta Başûr rê neda ku alîkarî rêkin Rojava
Hikûmeta Başûr rê neda ku alîkarî rêkin Rojava
Hikûmeta Başûr rê neda ku alîkarî rêkin Rojava
Rêxistinên saziyên civaka yên sivîl li Başûrê Kurdistanê diyar kirin ku hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê rê nade wan ku alîkariyan derbasî Rojavayê Kurdistanê bikin.
Komîteya Alîkariya bi Rojavayê Kudistanêre diyar kir ku, Hikûmeta Başûrê Kurdistan rê nade alîkarî derbazî Rojavayê Kurdistanê bibe. Endamê komîteya Alîkariya bi Rojavare Şoreş Emîn, diyar kir ku wan bi armanca alîkariya gelê Rojava bikin ji bajar, navçe û bajarokên Başûrê Kurdistanê 30 hezar dolar kom kirin û bi pereyên kom kirine derman û alîkariyên mirovî kirîne û xwestine derbasî Rojavayê Kurdistan bikin. Emîn, destnîşan kir ku rayedarên hikûmeta Başûrê Kurdistanê ji beriya 17 rojan ve bi hinceta ku di pira sînor ya Sêmalaka pirsgirêk heye rê nede wan ku alîkariyan bighînin xelkên xizan li Rojava. Emîn da zanîn ku wan beriya çend rojan ji Serokatiya Herêma Başûrê Kurdistan xwestine ku alîkariya wan bike û alîkariyan bigihînin Rojava, lê heta niha tu bersiv ne girtine.
Derheqê girtina sînor Emîn diyar kir ku ew di wê baweriyê dene girtina sînorê Sêmalka, bi armanca valakirina herêmên Rojava pêk hatiye. Têkildarî mijarê hin sazî û dezgehên mirovî yên Başûrê Kurdistanê diyarkirin ku wan beriya mehekî alîkarî û pêdiviyên tenduristî ji bo Rojava berhev kirine, lê ji ber girtina deriyê sînor nikarin alîkariyên ji dermanan û pêdiviyên mirovî pêk tên bigihînin Rojavayê Kuridistanê.