Hikûmeta Cizîrê ji bo Kobanê seferber bû

Hikûmeta Cizîrê ji bo Kobanê seferber bû

Hikûmeta Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê bi daxuyaniyekê diyar kir ku ew bi hemû derfetên xwe yên leşkerî, xizmetguzarî, lojîstîk û aborî ji bo xizmeta herêma Kobanê dikevin nava serferberiyê. Di daxuyaniyê de bang li tevahiya gelê Kurd hate kirin ku ji bo berxwedana li dijî êrîşên çeteyan destên xwe bidin hev.

Daxuyaniya Hikûmeta Herêma Xweser a Cizîrê wiha ye:

Herêma Kobanê ev roja sêyemîn e, ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve rastî êrîşên hov tê. Çete di êrîşên xwe de çekên curbecur û yên giran bi kar tînin. Ev êrîşên çeteyan xaleke nû ji planên hêzên tarî li dijî her sê kantonên Rojavayê Kurdistanê pêk tê. Ev plan ji aliyê hin hêzên eşkere û veşartî ve ku piştgiriya çeteyan a siyasî û çapemenî dikin, hatiye amadekirin.

Êrîşa ku niha li dijî herêma Kobanê pêk tê, ne cara yekemîn e, lê belê herêm beriya niha di vê salê de rastî 3 êrîşên hov hat. Çeteyên DAIŞ’ê û hêzên piştgiriya wê dikin, piştî ku li gelek dever û herêmên Sûriyê û Iraqê planên xwe yên li dijî vîna gelan pêk anîn, niha hewl didan bi van êrîşan vîna gelê Kobanê ya azad bişkînin û fikra xwe ya tarî li ser welatiyên herêmê ferz bikin.

Di heman dema ku çeteyên DAIŞ’ê miqdareke mezin ji çekên giran, cebilxane û alavên leşkerî ji gelek herêmên Sûriyê û Iraqê desteser kirin, dewleta Tirk bi awayekî eşkere alîkariya çeteyan bi çek û cebilxaneyê li dijî gelê Rojava û bi taybet herêma Kobanê dike. Em bi tundî van kiryarên dewleta Tirk şermezar dikin. Em vê helwesta wan wekî karekî bi zanebûn ku berevajî rêya navneteweyî û gel di şerê li dijî DAIŞ’ê de ye, dibînin.

Em wekî endamên Hikûmeta Herêma Cizîrê dibînin ku bêdengiya rêxistinên navneteweyî yên têkilîdarî mijara terora çeteyên DAIŞ’ê li dijî herêmên Rojava rê li pêşiya çeteyan vedike ku hovîtiya xwe berdewam bikin. Em bang li van rêxistinan dikin ku li gorî rêbaz û misyonên ku li ser hatine avakirin bi berpirsiyariyên xwe rabin û hemû kiryarên çeteyan qeyd bikin û bila ji bo bermahiyên hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê li dijî gelên herêmê bêne paqijkirin, hevkar bin.

Em berxwedana gelê herêma Kobanê û şervanên YPG’ê li dijî hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê silav dikin. Hêzên YPG’ê di şerê li dijî DAIŞ’ê de ji hemû cîhanê re tekez kir ku ew hêza leşkerî ya tekane bi kêmderfetên xwe herêmên xwe parastin. Em bi hêza YPG’ê ji bo paqijkirina sînorên herêmê ji fikra tarî, bi bawer in. Em bi gelê xwe yê Kobanê ku em fêrî serketinan û berxwedanê kirin, bi bawer in.

Em ji gelê xwe yê Kobanê û ji raya giştî re diyar dikin ku herêma Cizîrê bi hemû derfetên xwe yên leşkerî, xizmetguzarî, lojîstîk û aborî ji bo xizmeta herêma Kobanê dikevin nava serferberiyê. Em bang li hemû gelê xwe yê hundir û derve dikin ku li dijî êrîşên çeteyan destên xwe bidin hev û alîkariya herêma Kobanê bikin."