Hikûmeta Iraqê Chevronê xist lîsta reş

Hikûmeta Iraqê Chevronê xist lîsta reş

Piştî ku şîrketa mezin a lêgerîna petrolê Chevron a DYA’yî bi Herêma Kurdistanê re peyman mor kir, hikûmeta Navendî ya Iraqê ew xist lîsta reş. Bi vî awayî hikûmeta Iraqê dê xebatên Chevronê yên li herêmên din ên Iraqê asteng bike.

Yek ji mezintirîn şîrketên lêgerîna petrolê Chevron, hefteya borî bi rêveberiya Başûrê Kurdistaê re peymanek mor kiribû.

Wezareta Petrolê ya Iraqê li hemberî vê peymanê daxuyaniyek da û diyar kir ku ji ber şîrketa Chevron pirsa xwe hikûmeta Koalîsyona a Iraqê û Bexdayê nekiriye, bi Kurdan re peyman mor kiriye, peymanên petrolê yên qanûnî bin pê kiriye.

Wezaretê wiha got; “Peymana ku şîrketa petrolê Chevron Corporation bi rêveberiya Kurdan re mor kiriye ne zelal û ne li gorî rêgeza reqabetê ye. Ji ber ku rêveberiya Kurdan di peymanên petrolê de muzekereyên bi dizîkî ve dimeşîne. Bê ku petrol li herêmê radestê Wezareta Petrolê bike, dişîne welatên cîran.”

Lê ev pêkanînên Wezaretê ji bo Chevronê zêde wateyek xwe nine. Ji ber ku tu peymanên wan bi hikûmet nû yên Iraqê re tune ye.