Hikûmeta Iraqê ji bo xwendekarên Êzîdî li çareseriyê digere
Hikûmeta Iraqê ji bo xwendekarên Êzîdî li çareseriyê digere
Hikûmeta Iraqê ji bo xwendekarên Êzîdî li çareseriyê digere
Hikûmeta Bexdayê ji bo xwendekarên Kurdên Êzîdî ku li zankoyên Iraqê dixwînin û di demên dawî de bone hedefên êrişan hewil dide ku li zankoyên Herêma Kurdistanê bi cih bike.
Hikûmeta Iraqê ku girêdayî vê pirsgirêkê li Kurula Wezaretê biryar girt mesrefa xwendekarên ku neqlî zankoyên Herêma Kurdistanê hatine kirin ku Zankoyên Mûsil nekarîn pêşwazî bikin, wê mesrafên xwendekarên Êzidî yên cihê lê mayîn û rojane wê pêşwazî bikin.
Ji ber sedema êrişên di demên dawî de li dijî xwendekarên Êzîdî yên Kurd ku li Iraqê dijîn zankoya Iraqê daxwaz kir ku ev xwendekarane li zankoyên Herêma Kurdistanê perwerdeya xwe berdewam bikin, kir.
Kurula Wezîrên Iraqê ku roja Îniyê civiyan bi erêkirina vê pêşniyarê pêşkêşî Wezareta Perwerdeya Bilind ya Iraqê kir.
Li gorî biryara kurula Wezaretê xwendekarên Êzîdî yên Kurd ku li zankoya Iraqê di xwînin wê li zankoyên Herêma Kurdistanê û zankoyên Kerkûkê bêne bi cih kirin.
Komên oldarên radîkal pêştir gef li xwendekarên Êzîdî yên Kurd li Zankoya Mûsil kiribûn. Di encama êrişa bi çek ku di 29’ê Mijdarê de li meydana Mûsilê rûdabû 3 xwendekarên Êzidî jiyana xwe ji dest dabûn.