Hikûmeta Kobanê jî çek hilgirt
Hikûmeta Kobanê jî çek hilgirt
Hikûmeta Kobanê jî çek hilgirt

Gelê Kurd li dijî çeteyên DAIŞ’ê li Kobanê berxwedaneke bêhempa dike. Gel di eniyan de cihê xwe digire, Hevserokê Hikûmeta Kantonê Enver Muslim û hemû wezîrên hikûmetê li dijî çeteyan çek hilgirtin û çûn eniyên şer. Muslim wiha got: “Em ê li ber xwe bidin. Berxwedana me dê serkeftinê bîne. Em ê planên çeteyên DAIŞ’ê yên xistina Kobanê pûç bikin. Em ê berxwedana xwe xurt bikin û bi ser kevin. Ya dê bi ser keve em bin dê DAIŞ têk biçe.”
Li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên ku ji bo dagirkirina Kobanê ji başûr, rojava û rojhilat daye êrîş daye destpêkirin gel bi ruhê seferberiyê çekên xwe hildigire û diherikin eniyan. Li hemberî çekên giran ên çeteyan di xeta berxwedanê ya ji aliyê hêzên YPG û YPJ’ê ava kiriye de pevçûn didomin. Ji zarokan heta mezinan hemû kes bi ruhê seferberiyê li ber xwe didin û hin gund ji bo ewlehiyê ji aliyê hêzên YPG’ê ve hatin valakirin, ji bo gelên sivîl zirarê nebînin û li hemberî îhtîmala komkujiyan tedbîr tên wergirtin. Hikûmeta kantonê gel agahdar dike û li navenda bajar moral û coşeke mezin heye û li gel nûçeyên di hin weşanan de ên wekî “Kobanê dikeve” berxwedan didome. Ji kantonê kesên nexweş, zarok, kal û pîr şandi Pirsûsê ciwanên ku malbatên xwe birin herêmên ewle ji bo berxwedanê vegeriyan kantonê. Li gorî agahiyên ji fermandarên kantonê hatine girtin xort û keçên ku beriya demeke ji kantonê veqetiyane jî ji bo parastina kantonê vegeriyana. Fermandarên YPG’ê dan zanîn ku ji bo piştgiriyê hêz hatine kantonê, moral û motîvasyonan şervanan gelekî baş e û çete windahiyên mezin didin. Fermandarên YPG’ê destnîşan kirin ku çete ji rojavayê kantonê êrîşên dijwar pêk tînin û ev yek jî piştgiriya Tirkiyeyê ya ji bo çeteyan nîşan dide. Çavkaniyên YPG’ê dan diyarkirin ku ji herêma başûr darbeyên giran li çeteyan didin bi taybetî çete ji rojava bi çekên giran û tangan herêman bombebaran dikin. Pevçûn dem bi dem vedigere şerê eniyê û hêzên mîlîs jî piştgiriyê didin hêzên YPG’ê.
LI DIJÎ ÇETAYAN ÇEK HILGIRTIN
Li Kobanê ji 7 salî heta 70 salî gel bi ruhê seferberiyê tevdigere û av, xwarin û pêdiviyên din ji aliyê gel ve tên bicihanîn, gel alîkariyeke mezin dide hêzên YPG û YPJ’ê. Li kantonê hemû gel bûne yekvicûd û li hemberî çeteyan Hikûmeta Kantonê jî çek hilgirt. Hevserokê Hikûmeta Kantonê Enver Muslim, Wezîrê Karên Derve Îbrahîm Kurdo, Endamê Dîwana Edelatê Ferhan Hecîsa, HevserokaMeclîsa Qanûndanînê Fevziye Abdî, Wezîrê Rêveberiyên Herêmû Mustafa Abdî jî di nav de wezîr û rêveberên kantonê çek hilgirtin û ji bo parastina kantonê amadekariyan dikin, daxuyandin ku ew ê bi hêzên parastinê re li dijî çeteyan têbikoşin. Li ser navê hikûmetê Enver Muslîm daxuyaniyeke kurt da û diyar kir ku ew li Kobanê ji dayik bûne û dê li Kobanê bimirin. Muslim wiha axivî: “Em ê li ber xwe bidin. Dê berxwedana me serkeftinê bîne Em ê planên çeteyên DAIŞ’ê yên xistina Kobanê pûç bikin.” Muslim da zanîn ku ew zarokên Kobanê yên berxwedêr in û wiha berdewam kir: “Em e berxwedana xwe xurt bikin. Û em ê bi ser kevin. Ya bi ser keve dê em bin, DAIŞ’ê winda bike.” Muslim bang li hemû gelê Kurdistanê jî kir û ev tişt anî ziman: “Em bang li Başûr, Rojhilat û bakurê Kurdistanê dikin; Divê hemû gelê me berê xwe bidin Kobanê. Divê li cem zarokên kobanê yên berxwedêr cihê xwe bigirin.”