Hikûmeta Kobanê li dijî êrîşan banga parastinê kir
Hikûmeta Kobanê li dijî êrîşan banga parastinê kir
Hikûmeta Kobanê li dijî êrîşan banga parastinê kir
Hikûmeta Kobanê, êrîşên çeteyên hov ên DAIŞ’ê li dijî herêmê de şermezar kir û got ku divê kesên xwedî rûmet li hemberî çeteyan çakan rabikin û alîkariya şervanên YPG’ê di parastina herêmê de bikin.
Hikûmeta Kantona Kobanê êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî herêmê ku ji sê aliyan ve pêk tînin bi bi daxuyaniyekê şermezar kir.
Di daxuyaniyê de wiha tê gotin. “Careke din herêma Kobanê rastî êrîşên hovane ji her sê aliyan ve tê. Çete bi awayekî tevlîhev gundên herêmê topbaran dikin û şikandina vîna gel hedef digirin.”
Di berdewama daxuyaniyê de ev xal hat destnîşankirin: “Ev kiryarên hovane yên çeteyên DAIŞ’ê ku wekî nexweşiya penceşêrê belav dibe, divê bi hemû derfetan bêne rawestandin. Ev şerên tinekirinê ku pîremêr, jinan û zarokan armanc digrin û gundên aram û welatiyên sivîl bi hemû çekên giran bombebara dikin.”
Hikûmeta herêmê bang li welatiyên herêmê kir ku li hember van kesên bê nirx derbikevin û diyar kir ku divê li hember van kesan bibin yek û got: “Kesên xwedî rûmet divê bi hemû hêz û derfeta xwe çekan li hemberî êrîşên hov ên çeteyan rabikin û alîkariya şervanên YPG’ê di parastina axa welat de bikin.”
Her wiha hikûmetê bang li hemû tevgerên siyasî kir ku piştgiriya gelê Kobanê bikin û wiha dewam kir: “Em bang li hemû tevgerên siyasî yên Sûriyeyê dikin ku piştgiriya gelê Kobanê di berxwedana li dijî êrîşên çeteyan de bikin. Em bang li hêzên Kurdistanê dikin ku bi erka xwe ya alîkariya bi berxwedana gelê Kobanê re rabin.”
Di dawiya daxuyaniyê de bang li Neteweyên Yekbûyîn û Raya Giştî ya Cîhanê hate kirin ku piştgiriya berxwedana gelê Kobanê li hember vê rêxistina DAIŞ’ê ya hov bikin.