'Hikûmetê xwest kêm bide, zêde bistîne'

'Hikûmetê xwest kêm bide, zêde bistîne'

Prof. Dr. Dogû Ergîl û Serokê Giştî yê Mazlûm Derê Farûk Unsal, biryara rawestandina vekişîna gerîla ku ji ber gavneavêtina hikûmeta AKP'ê ji aliyê KCK'ê ve hat dayîn nirxandin û destnîşan kirin ku pêwîste di vê qonaxa krîtîk a pêvajoyê de hikûmet tavilê reforman pêk bîne.

Prof. Dr. Dogû Ergîl û Serokê Giştî yê Mazlûm Derê Farûk Unsal, biryara rawestandina vekişîna gerîla ku ji ber gavneavêtina hikûmeta AKP'ê ji aliyê KCK'ê ve hat dayîn ji ANF'ê re nirxandin.

Prof. Dr. Ergîl da xuyakirin ku hikûmetê pêvajo weke têkçûneke PKK'ê dîtiye û got, "Hikûmet ji gel dipirse. Di lêpirsînên hatin kirin de pêvajoya çareseriyê weke rewşeke têkçûnê tê şîrovekirin. Dema em li Anatoliyê geriyan, çavdêriyên me jî bi vî rengî bû. Mîna ku "Tirkiye têk çûye, lewma bi PKK'ê re danûstandinan dike" dihat dîtin. Polîtîkaya dewletê rê li ber lihevkirinê venekir. Hînê nehatiye qebûlkirin ku pêvajoya aştiyê bi lihevkirina civakê û ji aliyê derdoreke berfireh a civakê ve bê rêvebirin. Hikûmet teng nêzîk dibe; bi derdora nêzî xwe re, ne parlament jî, bi derdora xwe re hewl da pêvajoyê bimeşîne."

'XWEST KÊM BIDE, ZÊDE BISTÎNE'

Prof. Dr Ergîl diyar kir ku hikûmetê xwestiye "kêm bide û zêde bistîne" û got, "Li bendê bûn ku aliyê Kurd serê xwe bitewîne, bêdeng bimîne, xwe vekişîne û poşmaniya xwe bîne ziman. Lê mîna bendewariyên wan nebû. Dema ev jî nebû, lihevkirin derneket holê. Hikûmetê beriya hilbijartinê bi dudilî nêzî bendewariyên aliyê Kurd bû. Ev dudilî pêşî li pêvajoya çareseriyê digire."

Prof. Dr. Ergîl anî ziman ku dewamkirina agirbestê jî şansekî dawî ye û got, "Tunebûna tundiyê, hêviyê dewam dike. Di heman demê de bingehekê ji siyasetê re ava dike. Lê em dibînin ku siyaset di vê mijarê de zêde xwe nalivîne. AKP bi dayîna tiştekî biçûk dixwaze encamê bigire."

Prof. Dr. Ergîl da xuyakirin ku destekdayîna Tirkiyê ji bo komên çekdar ên li Rojavayê Kurdistanê li dijî Kurdan şer dike, yek ji astengiyên ku pêşî li pêvajoyê digire ye.

Prof. Dr. Ergîl diyar kir ku aliyê Kurd ji bo rêveçûna pêvajoyê diyar kir ku ewê nekeve nava êrîşan lê belê dema êrîş were kirin dê bersivê bide û got, "Divê hikûmet vê baş bibîne. Ev yek dikare rê li ber aloziya siyasî û aborî, herî dawî jî tevlîheviya li nava civakê veke. Welatekî ku li hundir bi pirsgirêkan re mijûl bibe, dê li derve bandora xwe jî wenda bike. Rewş ber bi wî alî ve dike û rê li ber fikaran vedike."

Ergîl ragihand ku hikûmetê bendewariyên mûxatabê xwe yê aştiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nekarî di çarçoveya teqwîmekê de bicih bîne û got, "Tişta bi navê aştiyê, ji xwe lihevkirina girseyên li hemberî hev in."

UNSAL: SÎNYAL DIHAT, LÊ HIKÛMETÊ CIDÎ NEDÎT

Serokê Giştî yê Mazlûm Derê Ahmet Farûk Unsal jî da xuyakirin ku daxuyaniya KCK'ê ji nişka ve nehatiye û anî ziman ku berê "sinyal" hatibû dayîn. Unsal ev şîrove kir: "Tirsek ket nava dilê me. Lê ji aliyekî ve dema hat gotin ku vekişîn radiweste lê li benda reforman e; vê yekê hêvî da. Dihat payîn ku rewş bê vê nuqteyê. Tevî hemû sînyal û hişyariyan tu gavên reformê nehatin avêtin û ev jî bû sedema vê rewşê."

Unsal ragihand ku divê hikûmet tavilê vê daxuyaniya KCK'ê li ber çavan bigire û got, "Pêwîste hikûmet vê yekê li ber çavan bigire û li gorî vê cidiyetê demek berî demekê gavê biavêje. Em li benda vê ne. Dihat gotin ku heta destpêka Îlonê tiştek nebe, dê rîsk derkeve holê. Lê li gel vê jî hikûmetê bersiv neda. Lewma divê hikûmet tavilê reformên xwe aşkera bike. 9 meh in agirbest heye, lê hînê gav nehatiye avêtin. Ev girîng e û ji bo mayîndebûna vê reform divê."

Unsal anî ziman ku raporên wan ên bi navê Heyeta Mirovên Aqilmend ji aliyê hikûmetê ve li ber çavan nehatine girtin û got, "Mînak; perwerdeya zimanê dayikê di navenda raporên me de cih girt. Hikûmetê ev jî fêm nekir. Daxuyaniyên hatin dayîn vê nîşan didin. Divê êdî li gorî hesasiyeta mijarê plansazî bê kirin."

PROF. DR. SAYMAN: BILA HIKÛMET GAVÊ BIAVÊJE

Endamekî din ê Heyeta Mirovên Aqilmend Prof. Dr. Yucel Sayman jî da xuyakirin ku divê pêvajo dewam bike û diyar kir ku ew rêveçûna pêvajoyê bi tenê dikarin ji aliyê Kurd ve hîn bibin û hikûmet rexne kir ku agahdarkirinê nake. Sayman xwest hikûmet tavilê gavê biavêje û dawî li vê rewşa bi tirs û fikar bîne.