Piştî ku Partiya Demokratîk a Nû ya ku alîgirê pereyê hevpar ê YE’yê û birîna butçeyan e, di hilbijartinên Yewnanîstanê de bi ser ket, bazara YE’yê nefese rehet stand. Lê ev yek nayê wê wateyê ku herêma Euro ji krîzê rizgar bû.
Di encama hilbijartinên giştî yên li Yewnanîstanê pêk hatin de, Partiya Demokratîk nû ya alîgirê YE’yê bi rêjeya ji sedî 30’ê dengan wergirt û bi ser ket. Lê dîsa jî nikare bi tenê hikûmet ava bike. Rêberê partiyê Anonis Samaras di daxuyaniya de got ku ew ê ji bo hikûmeteke koalîsyona dest bi hevdîtinan bikin. Tê payîn ku partiya Samaras bi PASOK a ku ji sedî 12’yê dengan wergirt re hikûmeteke koalîsyona ava bike. Li gorî pêşniyan Syriza jî ji sedî 27,1’ê dengan wergirt.
Samaras duh, di axaftina xwe ya serkeftinê de got ku gelê Yewnan biryara mayîna Yewnanîstanê di herêma Euroyê de da.
Serokê Komîsyona YE’yê José Manuel Barroso û Serokê Konseya YE’yê Herman Van Rompuy di daxuyaniyên der barê hilbijaritnê de dan de bi “wêrekiyê” pesnê gelê Yewnan dan.
Di daxuyaniya Koma Euroyê de jî bang li Yewnanîstanê kir ku di demek zû de hikûmeta xwe ya nû ya ku dê dilsoza pakêtên alîkariyê yên YE-IMF’ê be ava bikin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku çawa hikûmeta nû hat avakirin, dê pisporên Komîsyoan Ewropa, Bankaya Navendî ya Ewropa û IMF vebigerin Atenayê.
Rayedarên YE’yê jî guman dikirin ku partiya Syriza ya çepgir a ku li dijî paket û projeyên YE’yê yên ji bo Yewnanîstanê ye bi ser bikeve. Serkeftina Partiya Demokratîk a Nû hişt ku YE nefesek rehet werbigire.
Lê dîsa jî ev yek nayê wê wateyê ku herêma Euro ji krîzê rizgar bû. Spanya di warê mezinbûna aboriyê de li YE’yê welatê çaremîn e, lê bankayên wê hatine ber îflasê, ev yek jî bû sedem ku ji bo krîzeke nû li parzemînê zingilan lê xistin. Heta niha nayê zanîn bê dê pakêta alîkariyê ya ji 125 milyar euroyê encameke çawa bi xwe re bîne.
Yewnanîstan, Îrlanda û Porkekîzê berê ji YE’yê alîkarî xwestibûn. Van welatan xwestibû ku faîzên bonoyê bigihînin ji sedî 7.
Lê tê gotin ku dê krîza li ber deriyê Spanyayê, YE’yê bi dijwarî û zoriyan re rû bi rû bihêle. Ger herêma biçûk a Spanya Katalonya bê rewşa Yewnanîstanê, dibe êdî aboriya Spanyayê jî hilweşe. Tevî Spanya, li Îtalyayê jî zingila krîza aboriyê lê dixe.