Hilbijartinên krîtîk ên Yewnanîstanê dest pê kir

Hilbijartinên krîtîk ên Yewnanîstanê dest pê kir

Hilbijartinên Yewnanîstana di krîza aborî de ye, yên ku ji bo welat û YE’yê pir girîng in, dest pê kirin. Tê payîn ku koma çepgir a radîka Syriza bi ser bikeve.

Dengdana ji bo hilbijartina parlementoyê ya Yewnanîstanê demjimêr di 06.00 de dest pê kir. Nêzî 9.7 milyon kes dê ji bo hilbijartina 300 kursiyên parlementoyê deng bidin.

Niha koma çepgir a radîkal Syriza û Partiya Demokratîk a Nû ya muhafezekar di pêşbaziyê de ne. Li gorî anketan dê Syriza ji sedî 25-30’ê denga werbigire.

YE ditirse koma çepgiran a ku li hemberî planên aboriyê yên YE’yê radibin, bi ser bikevin, bi ser bikevin û li hemberî vê yekê amadekariyên xwe kirin.

Rêveberê Bankaya Navendî ya Ewropayê Mario Draghi di daxuyaniya da de diyar kir ku ger di krîza aborî de teqînek pêk bê, wana tedbîrên awerte girtine û wana fona ji bo deynan amade kirine.

Serokê Bankaya Navendî ya Japonyayê Masaaki Shirakawa jî diyar kir ku ew ê li gel hemû bankayên li her aliyên cîhanê, encamên hilbijartinê bişopînin û rewşa bazara cîhanê ji nêzîk ve bişopînin. Shirakawa diyar kir ku ji bo krîzeke aborî çênebe, ew dikarin krediyên bê lîmît pêk bînin.

Tê payîn ku Serokwezîra Alman Angela Merkel hema piştî hilbijartinê bi rêberên herêma Euroyê re bicive.