Hilbijartinên li Misirê dest pê kir

Hilbijartinên li Misirê dest pê kir

Gelê Misirê piştî hilweşandina rejîma Husnî Mubarek cara yekemîn îro diçe ser sindoqên hilbijartinê. 13 berbijarên serokdewletiyê di pêşbaziyê de ne. Dengdan demjimêr di 08.00 de dest pê kir.

15 meh piştî hilweşîna desthilat Husnî Mubarek, cara yekemîn îro hilbijartin li Misirê pêk tê. Dê 50 milyon kes deng bi kar bîne û 2 rojan bidome. Ji niha ve tedbîrên xurt ên ewlekariyê hatine girtin.

Di hilbijartinê de 13 berbijar dikevin pêşbaziyê û dê laîk, Îslamî, şoreşger û alîgirên Mubarek bêne hemberê hev. Ji 13 berbijaran 5 jê ji aliyê partiyên siyasî ve tên destekkirin, 8 ên din jî serbix we ne.

Ji namzedên ku di rêza pêş de ne; Ehmed Şefik (fermandarê berê yê yên Hewayî, piştî xwepêşandandan bibû serokwezîr), Amr Musa (Serokwezîrê Berê û rêberê berê yê Komkara Ereban), Muhemmed Mursî (Serokê Partiya Azadî û Dadê ya Birayên Misilman), Ebdulmuneym Ebul Futuh, Muhammed el Awa, Hişam el Bastawisi, Ebu el-îz Elî el-Hariri; Xalid Eli (çepgir), Hamdin Sabbahi.