Hilbijartinên Yewnanîstanê di 17’ê pûşperê de ne

Hilbijartinên Yewnanîstanê di 17’ê pûşperê de ne

Piştî hilbijartinên di 6’ê gulanê de yên li Yewnanîstanê, partiyan nekarî li ser avakirina hikûmeta nû li hev bikin. Ji ber wê jî biryar hat dayîn ku careke din hilbijartinek nû di 17’ê pûşpera (hezîran) 2012’ê de pêk ê.

Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a Yewnan AMNA’yê, di encama hevdîtina di navbera Serokkomar Karolo Papoulias û rêberên partiyan de biryar hat dayîn ku hilbijartin nû ya welêt di 17’ê pûşperê de pêk bê.

Piştî ku partiyan li ser hikûmeteke nû li hev nekirin, biryar hat dayîn ku hilbijartinek nû bê lidarxistin. Hilbijartinê dê di pûşperê (hezîran) de pêk bê.

Li gorî anketên li welêt, ger piştî hilbijartinên yekşema borî hikûmetek li Yewnanîstanê neyê avakirin, dê di hilbijartinek nû de eniya çepgir a radîkal Syriza bibe partiya yekemîn. Hewldanên serokkomar Karalos Papulyas bi ser neketin. Her wiha, Partiya Nû ya Demokratî a rastgir û partiya sosyalîst PASOK nekarin hikûmetek koalîsyon ava bikin.

Her du partiyan piştgirî dabûn paketên rizgarkirinê û polîtîkayên “şidandina kemberê” ya IMF û YE’yê. Di hilbijartina hefteyek berê de her du partiyan gelek dengên xwe wendan kirin û ev yek jî weke “cezakirin” hat binavkirin.

Partiya din a ku di hilbijartinê de bi ser ket Syriza diyar dike ku divê kîjan hikûmeta ku were avakirin, şertên şidandina kemberê û krediyan ên ji bo Yewnanîstanê qebûl nekin