Hinek kurdên ji aliyê çeteyan ve hatin revandin hatin berdan
Hinek kurdên ji aliyê çeteyan ve hatin revandin hatin berdan
Hinek kurdên ji aliyê çeteyan ve hatin revandin hatin berdan
Welatiyên gundê Ehrezê ya Helebê ku ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê û Komele ve hatibûn revandin û malên wan hatibûn talankirin hatin berdan. Hate gotin ku çeteyan malê welatiyan û nasnameyên wan destserkirin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyan hatine bidestxistin komên çete yên DAIŞ'ê ku bi piştgiriya çeteyên kurd (Komele) ku êrîşî gundê Ehrezê a herêma Babê ya Helebê kiribûn û 170 welatî tevlî mal û milkên wan revandibûn. Çeteyan welatî berdan û malên wan û nasnameyên wan desteserkirin. Çavkaniyên herêmî destnîşan kirin ku koma çete ya girêdayî hin partiyên kurd a bi navê Komele bi çeteyan re êrîşî gundê Ehrezê ya Helebê kiribûn û 170 kes revandibûn.
Hate gotin ku komên çete destpêkê 70 kes serbest berdan û duh di saetên êvarê de hin welatiyên din berdan. Çavkaniyan diyar kirin ku çeteyan nasnameyên welatiyan û malên wan destserkirin. Her wiha bê ku hejmar û çarenûs bê zanîn hin welatî li cem xwe hiştine.
Komên çete yên DAIŞ'ê û bi alîkariya çeteyên Komele destpêka meha kanûnê êrîşî gundê Ehrezê ya herêma Bab û hin gundên din ên kurdan kiribûn û bi sedan kurd revandibûn. Hate ragihandin ku çeteyan gelek zarok û jin jî revanibûn,mal û milkên welatiyan jî talan kirin. Hîn çarenûsa bi dehan kurdên ku ji aliyê çeteyan ve hatine revandin nediyar e.