Hinek rêxistinên ciwanan yên Başûr dê tevlî konferansê nebin

Hinek rêxistinên ciwanan yên Başûr dê tevlî konferansê nebin

Hinek nûnerên rêxistinên ciwanan yên li bajarê Hewlêrê têkildarî 3’mîn Konferansa Netewî ya Ciwanên Kurd ku dê îro li bajarokê Rimêlan yê Rojava destpê bike, di encama nîqaşên ku birêve birin de bûn du beş. Di civînê de di nav de baskê ciwanên girêdayî PDK’ê û hinek rêxistinên din biryar girtin ku tevlî 3’mîn Konferansa Netewî ya Ciwanên Kurd nebin, gelek rêxistinên din yên ciwana jî biryar girt ku tevlî bibin.

Duh li bajarê Hewlêrê di nav de rêxistinên ciwanan yên Partiya Demokratî Kurdistan (PDK), Yeketiya Niştîmanî Kurdistan (YNK), Tevgera Goran, Yekgirtûyî Îslamî, Hizbî Zehmetkêşanî Kurdistan û Hizbî Şûî Kurdistanê û gelek rêxistinên ciwanan yên Sûriye, Îran û Tirkiyeyê têkildarî 3’mîn Konferansa Netewî ya Ciwanên Kurd ku dê îro li Rojava pêkbê civînek li darxistin.

Rêxistinên ciwanan yên girêdayî PDK, Yekgirtûyî Îslamî, Komela Îslamî û Hizbî Şûî bihinceta pirsgirêkên ewlekarî, partî û ji ber serdestiya bîrdoziyê biryar girtin ku tevlî konferansê nebin.

Li beramberî vê jî di nav de rêxistinên ciwanan yên YNK, Tevgera Goran û Hizbî Zehmetkêşanî Kurdistan heyî gelek rêxistinan biryar da ku tevlî konferansê bibin.

 Di dawiya civînê de ji rêxistinên ciwanan yê biryara tevlînebûna 3’mîn Konferansa Ciwana dayî, berpirsê Rêxistinên Ciwanan yên Başûrê Kurdistanê Omêd Xoşnaw  îdîakir ku, “Konferans di bin siha partî û bîrdoziyan de tê kirin.” û got: “Ji ber vê sedemê em vê Konferansê weke 3’mîn Konferansa Netewî ya Ciwanên Kurd nasnakîn.”

Nûnerên rêxistina ciwanên Rabûnî Xwêndekar û Lawanî Kurdistan yên Hizbî Zehmetkêşan ku biryar dan ku tevlî konferansa îro destpê bike bibin, Dîdewan Mihemed got: “Ev demek dirêje em bi rêxistinên ciwanan yên din re hevpar xebatê birêve dibin. Di encama van xebatan de em gihan biryarê ku cihê 3’mîn Konferansa Netewî ya Ciwanên Kurd lê çêbibe guncawe. Ji ber vê sedemê jî me biryar da ku em tevlî vê konferansê bibin. Piraniya rêxistinên ciwanênKurd tevlî vê konferansê dibin û em jî rewatiya vê konferansê dinasîn. Ez vê bêjim ku, rêxistinên ciwanan yên biryar dan ku, tevlî konferansê nebin, ewlekarî kirin hincet, lê belê çi eleqeya vê bi rastiyê re tuneye. Sedemê herî bingehîn yê netevlîbûnê zexta partiyên pêve girêdayî ne. Ez bala we bikêşim ser ku, di daxuyaniya çapemeniyê ya dayîn jî sedemê tevlînebûnê weke ‘ev konferans di bin siha partî û bîrdoziyan de tê kirin’ ragihandin. Vê yekê jî da diyarkirin ku, yên ku tevlî konferansê nebûyîn li gorî berjewendiyên hinek partiyan nêz dibin, ji nêzîkatiya netewî dûr û ji berjewendiyên netewa Kurd yên hevpar pir dûrin.”

Berpirsê Rêxistina Azadiya Ciwanan ya YNK’ê ya li Hewlêrê Hêriş Namiq jî dîtinên xwe wiha anîn ziman: 3’mîn Konferansa Netewî ya Ciwanên Kurd hemû ciwanên Kurd temsîl dike. Û em hêvî dikin ku, hemû gelê Kurd dê ji vê konferansê sûdmend derbikeve. Em bi tevlîbûna vê konferansê ji bo xwe weke erkekê dibînin. Rêxistinên ciwanan yên ku biryara netevlîbûnê dane hincetên wan nerastin. Ji ber sedema zextên partiyên pêve girêdayîne biryara netevlîbûnê dane. Pêwîste were zanîn ku, gelê Kurd di vê pêvajoyê de destkeftî û firsendên mezin bidestxistine. Em weke rêxistinên ciwanan gûmanên partiyê û berjewendiyên wan didin aliyekê û pêwîste em bibin yek, di rêya azadiya gelê Kurd û netewbûnê de nekevin nava hesabên biçûk de. Ji niha ve di 3’mîn Konferansa Netewî ya Ciwanên Kurd ku dê sibe were li darxistin de ji her kesê re serkeftinê dixwazîn û didim diyarkirin ku, ger em bibin yek em dê her tiştî biser bixin.”

Ji bilî rêxistinên ciwanan yên navên wan derbazbûyîn, rêxistinên ciwanan yên PÇDK û hinek rêxistinên din tevlî civînê nebûn û ber bi Rojava ve ketin rê.