Hisên Reşîd û hevsera wî Rêvan Elûş ên ji Efrînê winda ne

Hisên Reşîd û hevsera wî Rêvan Elûş ên ji Efrînê winda ne

Li Efrînê welatiyê kurd Hisên Reşîd û hevsera wî Rêvan Elûş, ji cejna qûrbanê ve, dema berê xwe dabû  Libnanê têkiliya malbatê bi wan re  hate birîn, û hîn winda ne.

Malbata welatiyê kurd Hisên Reşîd û hevsera wî Rêvan Elûş ragihandin ku di dema Reşîd û hevsera xwe, ji Efrînê ber bi Libnanê bi rê ketin, hemû têkilî bi wan re hatin birîn. Hisên Reşîd û hevsera xwe ji wê demê ve winda ne. Malbatên Hisên û Rêvan bang li hemû kesên ku agahiya li ser wan bizane ku wan di riya telefonê re  agahdar bike.

Hisên Reşîs 25 salî ye û hevsera wî Rêvan a 20 salî ji gundê Zîtonak a navçeya Şera ya Efrînê ne.