Hollande dê înkara komkujiyê bîne parlementoyê

Hollande dê înkara komkujiyê bîne parlementoyê

Senatorê Frensî Bernard Fournier bilêv kir ku, dê Serok komarê nû Francois Hollande pêşzagona ku kesên komkujiya Ermeniyan înkar dikin bê cezakirin pêşkêşî parlementoyê bike.

Fournier ku ji bo serdanê li Ermenîstanê ye daxuyaniya dayî de balkişand ser daxuyaniyên Hollande yên beriya hilbijartinê yên di derbarê komkujiyê de û anî ziman ku, di demek kurt de di derbarê înkara komkujiyê de wê Serok komar zagonekî nû bişîne parlementoyê.

Fournier di derbarê mijarê de destnîşan kir ku, di navbera Fransa û Ermenîstanê de tam hevkariyekî têgihanê heye.

Li Fransayê di 23’ê Çileyê de pêşzagona ku kesên komkujiya Ermeniyan înkar dikin dê rastî 45 hezar euro û yek salê cezayê girtîgehê bê ji aliyê Senatoyê ve hatibû pejirandin, lê belê Dadgeha Makezagona Fransayê zagon weke der-makezagon dît û betal kiribû.

Di vê pêvajoyê de Tirkiyeyê jî zextek mezin li ser Fransayê kiribû û Enqereyê hevkariya leşkerî rawestandi bû, her wiha bi qutkirina hevkariya aborî jî tehdît kiribû.

Têkiliyên di navbera hikumeta Tirk û Serok komarê berê Nicolas Sarkozy de zêde baş nebûn, piştî ku ji desthilatdariyê ket, Tirkiye di mijara zagona înkara komkujiya Ermeniyan rihet tire. Lê belê sînyalên ku ji Parîsê tên di derbarê mijarê de Hollande ne ji Sarkozy cûdatir nafikire.