Hozat: Divê mercên azadiya Ocalan bên sererast kirin

Hozat: Divê mercên azadiya Ocalan bên sererast kirin

Endama Koordînasyona KJB’ê Besê Hozat diyar kir ku, tevlîbûna pîrozbahiyên Newroza 2013’an tê wateya tevlîbûna pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin û bangî hemû jinan kir ku, sekna xwe ya 8’ê Adarê di Newrozê de jî nîşan bidin,

Koordînasyona Koma Jinên Bilin KJB’ê Besê Hozat bi boneya Newrozê peyamek weşand. Hozat destnîşan kir ku, ev Newroz ji Newrozên din cudatir e û heta şert û mercên azadiya gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan neyên afirandin pêvajoya aştiyê pêşnakeve û wiha got: “Rêbertiya me di çareseriya demokratîk û aştiyê de û di pêşketina pêvajoya aştiyê de xwedî roleke girîng e.”

Hozat anî ziman ku, Newroza îsal ji Newrozên din cudatir e û wiha pê de çû: “Di dîroka Kurdan de Newroz serhildana li hember zaliman e. Her tim wekî roja berxwedan û têkoşînê hat zanîn û wisa hat pêşwazîkirin. Wekî cejnekî tê pîrozkirin. Mizgîniya biharê û sala nû dide. Newroz di bingehê xwe de li hember zilm, zext û zordariyê serhildanê û berxwedanê temsîl dike.” Hozat diyar kir ku, gelê Kurd jî bi salane li gorî karakter û ruhê Newrozê tevdigere.

Besê Hozat anî ziman ku, tevgerê nameyên Ocalan xwendine, nirxandine û li ser nameyan nîqaş pêşxistine û wiha got:”Rêbertiya me şansekî nû dide aştî û çareseriya demokratîk. Dixwaze ked, têkoşîn û berxwedana ku 14 sal in li Îmraliyê dide meşandin, veguherîne hemleya çareseriya demokratîk. Divê mirov qîmeteke mezin bide hewldanên Rêbertiyê.”

Hozat diyar kir ku, nexşeriya ku Ocalan amade kiriye ji yên berê cudatir nayên ji dest girtin û wiha got: “Em piştgiriyê didin nexşerê û projeya ku Rêbertiya me pêşxistiye. Em li gel wî ne û piştgiriyê didin. Ji bo ev proje bigihêje encamê, çi ji destê me tê em ê pêk bînin.”

Endama KJB’ê Hozat destnîşan kir ku, hewaya dê çareserî bixwe pêşbikeve hatiye afirandin û wiha got: “Wisa tê fêmkirin ku bi daxuyaniyên Rêbertiye me ve her tiştî bê çareserkirin. Hewayeke ku dê di çareseriya pirsgirêka Kurd de pergaleke demokratîk pêşbikeve, hemû pirsgirêkên civakî bên çareserkirin, rojev namînin heye. Ev yek ancax bi têkoşînê pêşbikeve. Divê tu kes nekevin vê hewayê.”

Hozat bilêv kir ku, çareseriya demokratîk di encama jiyaneke azad de derdikeve holê û gelê Kurd dê bi têkoşînê vê yekê biafirînin û ev tişt got: “Bi salane Rêbertiya me li Îmraliyê ji bo çareseriyeke demokratîk pêşbikeve û pêvajoya aştiyê destpê bike têkoşîneke mezin dide. Di şert û mercên îşkenceyê yên Îmraliyê de vê yekê pêk tîne. Em nikarin vê pêvajoyê tenê Rêbertî re bihêlin û temaşe bikin. Divê ev pêvajo wiha neyê destgirtin. Em nafikirin wisa bê destgirtin. Ji ber ku gelê me ji pêvajoyên berê encamên girîng derxistine. Ji ber vê yekê beşek baweriya xwe bi AKP’ê naynin û bi fikar nêzîk dibin.

Besê Hozat bi bîrxist ku ji sala 1993’an heta niha gelek caran Tevgera Azadiya Kurd agirbest îlankiriye û fedakarî kiriye û wiha got: “Dewlet heta niha ji bo çareseriyê durust û samîmî nebû û ji bo çareseriyê gavên girîng neavêt. Piştî agirbestan provakasyon hatin jiyîn. Polîtîkayên îmha û înkarê û qirkirinê berdewam kirin. Şerê topyekun hat rojevê. Windahiyên mezin û şehadet çêbûn. Ji ber vê yekê gelê me bi fikar nêzî pêvajoyê dibin. Lê wekî gel, tevger û jin em baweriyê bi îradeya çareseriyê ya Rêbertiya xwe tînin.”

Hozat bi bîrxist ku, pîrozbahiyên Newrozê destpê kirine û gelê Kurd bi berxwedana xwe pişgirî daye pêvajoyê û ev peyam dane, lê di dewletê de ji bo çareseriya aştiya demokratîk hêj nêzîkatiyeke ku baweriyê bidin nehatiye dayîn.

Hozat anî ziman ku, ew weke Tevgera Jinên Kurd hêvî dikin ku gelê Kurd ji heft salî heya heftî salî dakevin qadan û wiha bi lêv kir:  “Gelê me dê vê rojê bikin roja berxwedan û têkoşîna mezin. Divê gelê me pêvajoya çareseriya demokratîk û aştiyane ku Rêber Apo daye destpêkirin baş fam bike û xwedî derbikeve. Di roja Newrozê de jî ev xwedî derketin dê derkebikeve asta herî jor. Dê gelê Kurd di 21’ê Adarê de bi berxwedan, serhildan û çalakiyên mezin xwedî li projeya çareseriya Rêber Apo derbikeve û piştgiriyeke mezin bidiyê.”  

Hozat da zanîn ku, gelê Kurd di zanebûna ku heta Ocalan azad ne be, pêvajoya aştiyê pêş nakeve de ye û wiha domand: “Ji bo pêvajoya çareseriya aştî û demokrasiyê pêş bike, divê berî her tiştî Rêber Apo azad bibe, şert û mercên wî bên baş kirin. Ev Newroz, Newroza ku em Rêberê xwe azad bikin û pergala demokrasiyê ava bikin e. Dê gelê me vê peyam û helwesta xwe dane holê. Divê Rêbertiya me bi rengêkê fîlî tevlî vê pêvajoyê bê kirin.”            

Koordînasyona KJB’ê Besê Hozat di dawiyê de Newroz Rêber Apo û gelê Kurd pîroz kir û wiha bi dawî kir : “Divê ev Newroz bi Rêberê azad, aştiyeke birûmet, jiyaneke azad û pergaleke demokratîk bê taçîdar kirin. Dê gelê me bi têkoşîn, berxwedan û helwesta xwe vê yekê dane holê. Bi vê boneyê ez cardin Newroz Rêber Apo û gelê me pîroz dikim.”