HPG: Di destê de me kesê di statûya dîl de nemane
HPG: Di destê de me kesê di statûya dîl de nemane
HPG: Di destê de me kesê di statûya dîl de nemane
HPG’ê diyar kir ku, ji bilî dîlên ku duh serbest hatin berdan, wekê din kes di destê wan de nemaye. Peywirdarên cemawerî yên ji aliyên gerîlayên HPG’ê ve di dîrokên cuda de hatibûn girtin duh li Qadên Parastina Medya bi daxuyaniyek çapemenî û protokoleke hat îmzekirin teslîmê parlamenterên BDP’ê û parêzvanên mafê mirovan kirin. Piştî berdana dîlan di hin çapemeniyan de hate îdia kirin ku, hin dîlên din jî di destê HPG’ê de ne. HPG’ê daxuyaniyek da û diyar kir ku, di destê wan de kesên di statûya dîlan de nemane.
HPG’ê da zanîn ku, ji bilî wan 8 kesan, dîl di destê wan de tunene û diyar kir ku, ji bilî 3 kesên ku di çarçoveya hiqûqa KCK’ê de tên darizandin û ji ber ku li jî gel sûc kirine, di statûya dîl de kes tune ye.
RADESTÎ HEYETÊ HATIN KIRIN
Endamê Qeymeqamtiyê Kenal Erenoglu, Berbaz Abdullah Sopçeler, Çawîşê Pispor Zîhnî Koç, Çawîşê pispor Kemal Ekîncî, leşker Hadî Gîzlî, Ramazan Başara, Reşat Çeçan û polîs Nadîr Ozgen k udi dîrokên cuda de hatibûn girtin, duh li qadên parastina Medya bi daxuyanî û protokolekî teslîmê heyeta ku di nav de parlamenterê BDP’ê Husamettîn Zenderlîoglu, Adîl Kurt û serokê giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan û serokê ÎHD’a Amedê Racî Bîlîcî hebûn kirin.
Fermandarê HPG’ê Bawer Dêrsim diyar kir ku, tu kes naxwaze ku bi demdirêjî di destê wan de bimîne û got ewlehiya van kesan di çarçoveya qanûnên navnetewî de pêk hatiye û wihagot: “Ger ev girtî îro bi awayekî demdirêj li qada me mabin ev encama şerê ku li welatê me pêk hatiye.Ji bo kesên di destê me de hemû derfet hatine pêkanîn.
DÊ PIŞTIGRIYÊ BIDE PÊVAJOYÊ
Dêrsim got tu pêkanînek xerab li van kesan nehatiye kirin û li gorî peymana hiqûqî ya navnetewî tevgeriyane û got: “Heyeta me ya tenduristiyê kontrola wan kiriye û em rapora wan ya tenduristiyê di huzura we de pêşkêş dikin. Em di wê baweriyê de ku dê ev berdan piştigiryê bide pêvajoya çareseriyê.
DI DESTÊ ME DE DÎLÊN DIN TUNE NE
Dêrsim derbarê nûçeyên k udi destê wan de dîlên din hene jî axivî û got, rastiya wê tune ye û wiha got: “Ji bilî van kesan di destê me de dîl tunene. Me 8 dîlgirtî teslîmê heyetê kirin."