HPG: Du komên nû gihaştin Herêmên Parastinê yên Medyayê

HPG: Du komên nû gihaştin Herêmên Parastinê yên Medyayê

Di çarçoveya pêvajoyoa çareseriya demokratîk a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat destpêkirin, du komên nû yên gerîla gihaştin Herêmên Parastinê yên Medyayê.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin ku di çarçoveya "meşa çareseriya demokratîk" a 8'ê Gulanê destpê kir de 2 komên nû yên gerîla xwe gihandine Herêmên Parastinê yên Medyayê.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di çarçoveya banga Rêber û tevgera me ya dîrokî de, meşa me ya çareseriya demokratîk bi fedekariyeke mezin dewam dike. Ji Dêrsim û qadên cûda 2 komên nû yên gerîla gihaştin Herêmên Parastinê yên Medyayê."