HPG'ê 5 gerîlayên di bombebaranê de jiyana xwe ji dest dan bîranî
HPG'ê 5 gerîlayên di bombebaranê de jiyana xwe ji dest dan bîranî
HPG'ê 5 gerîlayên di bombebaranê de jiyana xwe ji dest dan bîranî
HPG'ê, pênc gerîlayên di dema pêngava Şerê Gel ê Şoreşger ê 2012'an de di encama bombebarana artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dan, bibîr anî.
Di daxuyaniya nivîskî ya li ser navê HPG'ê de hat destnîşankirin ku her pênc gerîla bi awayekî aktîv tevlî çalakiyên pêngava Şerê Gel ê Şoreşger bûne. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku pênc gerîla di dema wezîfeyê de di encama bombebarana artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dane û weha hat gotin:
"Em her pênc hevalên xwe yên bi awayekî çalak beşdarî Pêngava Şerê Gel ê Şoreşger bûne û li her qadê xeta milîtaniya Apoyî di asta herî bilind de temsîl kirine, bi rêzdarî bibîr tînin.
Şehîd Xebat, Şehîd Baz, Şehîd Bahtiyar, Şehî Agir û Şehîd Denîz, bi vîneke mezin, biryardarî û moraleke xurt dema tevlî pêvajoyê dibin, şehîd ketin. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê dema wezîfe dikirin, di encama bombebaran artêşa Tirk de şehîd ketin. Tevî ku ewçend dem di ser re derbas bûye jî, ew li çiyayên Kurdistanê bi hevalên xwe re têkoşîna xwe dewam dikin. Di kesayetiya van her pênc şehîdan de em hemû şehîdên xwe bi rêzdarî bibîr tînin û soz didin ku têkoşîna wan bibin serketinê."
Nasnameya pênc gerîlayên roja 7'ê Îlona sala 2012'an li Herêmên Parastinê yên Medyayê jiyana xwe ji dest dan weha ye:
Mûrat Okmen ê ji Mêrdînê (Xebat Firat)
Feyîz Mûhammed ê ji Rojavayê Kurdistanê bajarê Dêrikê (Baz Dêrik)
Emrah Erdogan ê ji Bêdlisê (Agir Çekdar)
Kenan Ûrûk ê ji Wanê (Bahtiyar Mîks)
Recep Denîz ê ji Agirî (Denîz Ararat)