HPG’ê bîlançoya meha sibatê aşkera kir

HPG’ê bîlançoya meha sibatê aşkera kir

HPG’ê bîlançoya meha sibatê aşkera kir. Li gorî  daxuyaniyê de artêşa tirk 10 operasyonên bejayî, 4 êrîşên obus û hevanê û 12 êrîşên hewayî pêk anîn. Di êrîşên hewayi de 4 gerîlayan jiyana xwe ji dest da. HPG’ê diyar kir ku tevgera gerîlayan kirine hinceta êrîşan û da zanîn ku di meha sibatê de qet ji aliyê gerîlayan ve tevger pêk nehatiye.

HPG’ê bîlançoya meha Sibatê bi daxuyaniyeke nivîskî wiha ragîhand. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di nava vê mehê de  ligel tu aktîvîteyeke leşkerî ya me tune bû jî artêşa dagirker a dewleta Tirk bê navber êrîşên xwe domandiye.

Li qadên gerîla yên di nava sînorên Bakûrê Kurdistanê de artêşa dagirker ya dewleta Tirk 10 opersyonên bejayî pêk anîn û li Herêmên Parastinê yên Medyayê li herêmên cuda û çiyayê Cûdî 4 êrîşên obus û hawanê pêk anîne.

Di meha sibatê de li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê bi giştî 12 êrîşên hewayî pêk anîne û di encama êrîşan de 4 hevalên me gihiştine şehadetê.”

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ LI GORÎ MEHA PÊŞ DU QAT ZÊDE BÛ

Ligel ku gerîla tevgera leşkerî pêk neanî jî êrîşên hewayî li gorî meha çile du kat zêde bûn.

Artêşa tirk di 31’ê kanûnê de li navçeya Licê ya Amedê operasyon pêk anîn û 10 gerîlayan jiyana xwe ji dest da. Piştî vê gerîlayan çalakiyên cuda yên bersivdanê pêk anîn û ligel şert û mercên hewayî di navbera artêşa tirk û gerîlayan de pevçûn derket.

Gerîlayan 6 çalakî pêk anîn û di navçeya artêşa tirk û gerîlan de di meha çile de 6 êrîşên  hewanê û di meha sibatê de jî 12 pêk hatin.

Di êrîşa di navbera 21-28’ê sibatê de ku 4 gerîlayan jiyana ji xwe ji dest da de, di salvegera operasyona Zapê de pêk hat.