HPG’ê çalakiya li dijî endamê Tîma Xencer Coşkûn girte ser xwe

HPG’ê çalakiya li dijî endamê Tîma Xencer Coşkûn girte ser xwe

Navenda Çapemenî-Ragihandin HPG’ê (HPG-NÇR) bi daxuyaniyekê çalakiya duh ya li dijî endamê Tîma Xencer ya li Şirnexê cerdevan Mehmet Seîd Coşkûn girte serxwe.

HPG-NÇR da diyarkirin ku, Coşkûn di qetilkirina gelek gêrîlayan de rolê xwe leyîstiye û wiha got: “Roja 12’ê Adarê li derdora demjimêr 11.00’an de gêrîlayên me li dijî endamê tîma xencer cerdevan Mehmed Seîd Coşkûn li navçeya Cizîr ya Şirnexê ku destê wî di xwîna gelek gêrîlayên me de ye çalakî pêkanîne û kuştine.”