HPG’ê cerdevanek serbest berda
HPG’ê cerdevanek serbest berda
HPG’ê cerdevanek serbest berda
Serokê komeleya cerdevanên gund ê Colemêrgê û cerdevanê gund Sadî Ozatak ku sala borî di meha Tebaxê de ji aliyê HPG’ê ve hatibû desteser kirin, serbest hate berdan.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê (HPG-NÇR) daxuyaniyek nivîskî weşand û got: “Serokê komeleya cerdevanên gund ê Colemêrg û cerdevanê gund Sadî Ozatak di 20’ê Tebaxa 2012’an de ji aliyê hêzên gerîlayên me ve hatibû binçavkirin. Piştî ku karûbarên îdarî û hiqûqî ên di derbarê wî de qediyan, îro radestî heyeta ku hatine qadên Parastina Medyayê di nav de nûnerên ÎHD û Mazlum-Der’ê jî heyî kirine û serbest hatiye berdan.”
Hate hînbûn ku, di nava heyeta ku Serokê Şaxa ÎHD’a Colemêrgê Îsmaîl Akbûlût û Serokê Şaxa Mazlum-Der’a Colemêrgê Cengîz Şen heyî, endamên malbata cerdevan hebûn.