HPG'ê hişyar kir: Xerakirina xwezaya Kurdistanê sûc e
HPG'ê hişyar kir: Xerakirina xwezaya Kurdistanê sûc e
HPG'ê hişyar kir: Xerakirina xwezaya Kurdistanê sûc e
Fermandariya HPG'ê ya Eyaleta Mêrdînê da xuyakirin ku li qada Bagokê birîna daran û nêçirvanî bênavber dewam dike û hişyarî da. HPG'ê got, "Xerakirina xwezaya Kurdistanê sûc e."
Fermandariya HPG'ê ya Eyaleta Mêrdînê bi daxuyeniyeke nivîskî got, "Hewl hatiye dayîn hin qadên Eyaleta me li komkujiyên xwezayê were zêdekirin, ku ev yek di çarçoveya polîtîkayên şerê taybet ê li Kurdistanê de tê meşandin. Bi taybetî hewl tê dayîn, li qada Bagokê darên daristanan bê navber bên birîn û nêçirvanî herdemî bê kirin."
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Ev rêbazên ku zerareke mezin dide xwezaya Kurdistanê sûc e û qedexe ye. Birîna daran û nêçirvaniya di demên dawî de li derdora gundên Kude, Dercema, Kanîora û Bertê yên ser bi Omeriya zêde bûn û tê xwestin li gelemperiya Mêrdînê bê belavkirin, qedexe ye. Ev yek sûcekî li dijî xwezaya Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê, em hemû derdorên dikevin nava hewldanên bi vî rengî hişyar dikin."