HPG'ê li Şengalê li DAIŞ'ê da: 6 çete hatin kuştin
HPG'ê li Şengalê li DAIŞ'ê da: 6 çete hatin kuştin
HPG'ê li Şengalê li DAIŞ'ê da: 6 çete hatin kuştin
Gerîlayên HPG'ê, di êvara 23'ê Îlonê saet di navbera 21:00 û 22:00 de, li herêma di navbera gundên Sinûnê û Dîgora yên Şengalê de, li dijî çeteyên hewl didan kemînê deynin, çalakî lidar xistin. Di encama çalakiyê de 4 çete hatin kuştin, 4 jî birîndar bûn.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku li herêma di navbera gundên Sinûnê û Dîgora yên Şengalê de, li hemberÎ çeteyên hewl didan kemînê deynin çalakî hatiye lidarxistin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di vê çalakiyê de 4 çete hatine kuştin, 4 jî birîndar bûne. Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Gerîlayên me her wiha di heman rojê de saet di 21:30 de li ser rêya tirba Mehemedê Reş ê li gundê Qandîla Şengalê, li dijî çeteyên DAIŞ'ê çalakiya sabotajê kirine. Di çalakiya li vir de jî 2 çete hatine kuştin, 2 jî birîndar bûne."