HPG’ê nasnameya gerîlayekî 2012'an jiyana xwe ji dest dayî eşkere kir

HPG’ê nasnameya gerîlayekî 2012'an jiyana xwe ji dest dayî eşkere kir

HPG’ê nasnameye gerêlayekî  di Tebaxa sala 2012’an de jiyana xwe ji dest dayî  eşkere kir.

Navenda Rangihandin û Çapemeniya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya gerîlayekî eşkere kir. HPG’ê di daxuyaniya xwe de di de diyar kirin ku gerilayê  wan Cafer Xidiripurê (Zerdeşt Hewram) yê ji  bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê  di sala 2012’an de jiyana xwe ji dest daye.

Di daxuyniyê de wiha tê gotin: " Di 21’ê Tebaxa sala 2012’an de li Herêma Paristina Medyayê hêzên dagirker yên TC’ê bi belefiran herêm bombebaran kir. Di encama bombebarnkirinê de hevalê me Zerdeşt bi giranî birîndar bû, pişt re tevlî karwanê azadiyê bû. Hevalê Zerdeşt ji Rojhilatê Kurdistanê tevlî nava refên me bi bû, her tim li pey xeyalên azadiyê di meşiya. Hevalê Zerdeşt bi felsefa Rêber Apo xwe mezin kirî bû û pêşketî bû. Di kesayeta hevalê Zerdeşt de em hemû lehengên ku ji bo azadiya gelê Kurd têkoşin kirine bibîr tînîn û em ê li pey şupa wan bin û emê hêviyên wan yên azadiyê bi cih bînin.”