HPG'ê yên daran dibirin hişyar kir
HPG'ê yên daran dibirin hişyar kir
HPG'ê yên daran dibirin hişyar kir
Fermandariya HPG'ê ya Herêma Zagrosê, mirovên daran dibirin hişyar kir.
Di daxuyaniya nivîskî ya Fermandariya HPG'ê ya Herêma Zagrosê de hat ragihandin ku di şerê li Kurdistanê de bi zanebûn xwezaya Kurdistanê hatiye xerakirin.
Fermandariyê diyar kir ku artêşa Tirk heta roja îro yekser an jî bi rêya hin derdoran êrîşî xwezaya Kurdistanê kiriye. Fermandariyê diyar kir ku di rojên dawî de li bejahiya navçeya Colemêrg Şemzînanê birîna daran zêde bûye û ev hişyarî da:
"Bi taybetî di rojên dawî de li daristana li dora gundên Xapuşke û Bêsosin ên li qada Gerdiya ya navçeya Şemzînanê, gelek dar tên birîn. Ev êrîşa li dijî bedewiya xweza û daristanên Kurdistanê, sûcekî giran e. Em kesên di nava van hewldanan de ne hişyar dikin û dibêjin; divê tavilê dest ji birînan daran berdin."