HPG ji bo zarok ji pevçûnan werin parastin peyman mor kir
HPG ji bo zarok ji pevçûnan werin parastin peyman mor kir
HPG ji bo zarok ji pevçûnan werin parastin peyman mor kir
Hêzên Parastina Gel (HPG)'ê li gor Banga Cenevre "Belgeya parastina zarokan a ji pevçûnên çekdarî" îmze kir. Belge li ser navê HPG'ê ji aliyê Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA STAR Delal Amed ve di 5'ê Cotmehê de hat îmzekirin.
PKK'ê bi Banga Cenevre (Geneva Call) a yek ji saziyên civaka sivîl e û ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve jî tê destekkirin di sala 2006'an de "Peymana têkoşîna li dijî mayînên çandî" ku îmze kiribû bi heman saziyê re peymaneke nû îmze kir. Li gor agahiya ku Banga Cenevre (Geneva Call) di adresa xwe ya înternetê de weşandiye Navenda Parastina Gel/Hêzên Parastina Gel (HPG)'ê "Belgeya parastina zarokan a ji pevçûnên çekdarî" qebûl kiriye. Di encama hevdîtinên 3 salan de peyman li ser navê HPG'ê ji aliyê Fermandara Biryargeha Navendî ya Yekîtiya Jinên Azad (YJA-STAR) Delal Amed ve di 5'ê Cotmehê de hatiye îmzekirin.
HPG'ê bi îmzekirina peymanê re polîtîkaya xwe ya zarokên ji 18 salan biçûktir ji şer dûr bigire û wan ji bandorên şer biparêze di nav raya giştî de fermî kir. HPG li gor vê dê kategoriyeke "Yên ne- şervan" derxe û wê tenê destûr bide ku zarokên di navbera 16-18 salan de tevlî vê kategoriyê bibin.
Delal Amed got, "Ji bo yên temenê wan di navbera 16-18 salan de cuda bikin û wan ji herêma şer dûr bixin a ji destê me bê em ê bikin." Endamê delegasyonê Bahoz Erdal jî wiha axivî, "Em peymanê ji bo doza zarokan îmze dikin. Ji ber em ji vê bawer dikin. Di konferansa pêşiya me de wê HPG vê statuya nû qebûl bike. Ji bo pêkanîna peymanê em ê her tedbîrê werbigirin."
Seroka Banga Cenevre Elîsabeth Decrey Warner jî der barê mijarê de wiha got, "Îro di encama diyalogeke çêker de em kêfxweş in ku me ev belge wergirt. Niha li gor HPG'ê ji bo 300-400 zarok jê sûd werbigirin, em ê ji bo pêkanîna peymanê bixebitin. Em vê nêzîkatiyê pîroz dikin û em bawer in wê ev ji bo aktorên derveyî-dewletê, bi taybet ji bo Sûriyeyê bibe mînak. Em hêvîdar in wê ev ji bo hevdîtînên di navbera dewleta Tirkiyeyê, Abdullah Ocalan û tevgera PKK'ê de bandoreke pozîtîf bike."