HPG: Ji êrîşên hewayî gundiyan zirar dît
HPG: Ji êrîşên hewayî gundiyan zirar dît
HPG: Ji êrîşên hewayî gundiyan zirar dît
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê ragihand ku, di êrîşa balefirên şer yên artêşa Tirk ya roja Înê de di gelek gundan de zirara aborî rû da.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê (HPG-NÇR) aşkera kir ku, herêma Qendîl û Gare bûne hedefa êrîşan.
HPG-NÇR di derbarê êrîşên hewayî ya 8’ê Sibatê li dijî Qendîl ev agahî dan: “Di navbera demjimêrên 16.00-17.00’an li dijî Gundê Zergelê yê ser bi herêma Qendîl ya herêma Parastina Medyayê ji aliyê artêşa dagirker a Tirk ve bi balefirên şer êrişeke hewayî hatiye lidarxistin. di encama êrişa hewayî de gelek zirar gehiştiye zevî û baxçeyên gundiyan û Navenda Ciwanan ya ji aliyê gundiyan ve hatiye sazkirin hatiye hedef girtin.”
Weke din HPG-NÇR’ê ragihand ku, di heman demjimêran de gundê Mêyrokê û derdorê wê yên girêdayî herêma Gareyê ên di bin kontrola gêrîlayan de ji aliyê balefirên şer yên artêşa Tirk ve hatine bombebaran kirin û got: “Di encama êrîşê de gelek zeviyên aydê gundiyan zirar dîtine.”