HPG: Li Mêrdînê 2 gêrîlayan jiyana xwe ji dest da

HPG: Li Mêrdînê 2 gêrîlayan jiyana xwe ji dest da

HPG’ê aşkera kir ku, di pevçûna 22’ê Çileyê li bejahiya navçeya Mîdyata Mêrdînê ku beriya vê diyarkiribû ku têkiliya bi 2 gêrîlayan re qutbûye, jiyana xwe ji dest dane. HPG’ê nasnameya 2 gêrîlayên jiyana xwe ji dest dane aşkera kir.

Navenda Çapmenî-Ragihandina HPG’ê (HPG-NÇR) têkildarî pevçûna 22’ê Çileya li bejahiya navçeya Mîdyata Mêrdînê di encama operasyona artêşa Tirk de rûdayî de daxuyanî da. HPG-NÇR’ê ragihand ku, 2 gêrîlayên beriya vê jî me aşkera kiribû ku têkiliya bi wan re qutbûye jiyana xwe ji dest dane.

HPG-NÇR diyarkir ku, “Daxuyaniya ku 24’ê Çileyê ji aliyê Navenda Çapemenî û Ragihandina me ve hatî dayîn, me ragihandibû ku, artêşa Tirk ya dagirker li bejahiya navçeya Mîdyat ya Mêrdînê operasyon daye destpêkirin û agahiya me ji 2 rêhevalên me tune ye. Di encama lêkolînên me de zelalbû ku 2 rêhevalên me jiyana xwe ji dest dane.”

HPG’ê di derbarê pevçûnê de jî ev agahî dan:

“22’ê Çileyê di demjimêr 08.00’an de di navbera leşkerên artêşa Tirk yên dagirker ku li bejahiya navçeya Mîdyat ya Mêrdînê operasyon dayîn destpêkirin û 2 rêhevalên me de pevçûnê rû daye. Herêma pevçûnê ya ku ji aliyê helicopter, tank, panzer û çekên giran ve hatin bombebaran kirin, 2 rêhevalên me bi awayek qehreman li dijî bi sedan leşker û polîsan şerkirine û gihane şahadetê.”

Nasnameya gêrîlayên jiyana xwe ji dest dane wiha ne:

Abdullah Akbaş bi nasnav Zafer Bîlal ji Rihayê

Îdrîs Tûran bi nasnav Norşîn Bagok ji Mîdyat/Mêrdînê