HPG: Li Mêrdînê em ji du gerîlayan agahiyan nagirin
HPG: Li Mêrdînê em ji du gerîlayan agahiyan nagirin
HPG: Li Mêrdînê em ji du gerîlayan agahiyan nagirin
HPG’ê de barê operasyona ku artêşa tirk li Mêrdînê dabû destpêkirin de daxuyaniyek da û diyar kir ku artêşa tirk di 22’yê çile de li Mêrdînê operasyon daye destpêkirin. HPG’ê da zanîn ku ji du gerîlayan têkilî qut bûye.
HPG’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku AKP’ê qaşo îdia dike ketine nava hewldanên aştiyê, Erdogan bi xwe ferman dide û li gelek qadên Kurdistanê operasyonên leşkerî û bomeberan didome.
Di berdewamiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku artêşa tirk li Kurdistanê li hemberî gerîlayan tevgera tunekirinê daye destpêkirin û wiha got: “Hikûmeta AKP’ê ya mêtinger, qaşo di nava hewldanên aştiyê de ye. Di vê dema ku propagandaya aştiyê dike de, bi ferman û emrê Erdogan li gelek cihên Kurdistanê opersyon didomin û li hemberî gerîlayên me tevgera îmhayê hatiye destpêkirin.
Li qada Mêrdînê di 22’yê çile de operasyon hatiye destpêkirin û Erdogan vê operasyonê û endamên wê li ser kursiya meclisê radigihîne. Ji dildarî û berpirsyariya xwe paşve gavê navêje. Erdogan gotibû 6-7 wendayan derew e.
Du hevalên me em agahiyê jê nagirin. Der barê wendahî û operasyonan de dê raya giştî bê agahdarkirin.”