HRK: Li Serdeştê 7 pasdarên Îranê hatin kuştin
HRK: Li Serdeştê 7 pasdarên Îranê hatin kuştin
HRK: Li Serdeştê 7 pasdarên Îranê hatin kuştin
Hêzên Rojhilatê Kurdistanê (HRK) da xuyakirin ku di operasyoneke arteşa Îranê ya li bejahiya Serdeştê de 7 pasdarên Îranê hatin kuştin. HRK'ê ragihandin ku di şerê li vê derê de 2 gerîlayên wan jiyana xwe ji dest dane.
Hêzên Rojhilatê Kurdistanê (HRK) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku artêşa Îranê roja 22'ê Tîrmehê li bejahiya gundê Marexan ê ser bi bajarê Serdeştê derketiye operasyonê.
HRK'ê da xuyakirin ku ji ber operasyonê, di navbera gerîlayên wan û pasdarên Komara Îslamî ya Îranê de şer derketiye û di encama vî şerî de 7 pasdarên Îranê hatine kuştin, gelek jî birîndar bûne.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di heman şerî de 2 gerîlayên HRK'ê yên jiyana xwe ji dest dane û nasnameya herdu gerîlayan hat aşkerakirin.
Li gorî daxuyaniya HRK'ê nasnameya gerîlayên jiyana xwe ji dest dane, ku birayên hev in ev e:
Nav: Rehmet Zudî
Nasnav: Çekdar Helo
Navê bav: Mihemed
Navê dayîk: Emîne
Dema ji dayikbûnê: 17.01.1990 Serdeşt
Dîroka tevlîbûnê 28.03.2011
Nav: Suleyman Zudî
Nasnav: Sîpan Xerîb
Navê bav: Mihemed
Navê dayîk: Emîne
Dîroka ji dayîkbûnê 16.01.1988 Serdeşt
Dîroka tevlîbûnê : 28.03.2011
HRK di dawiya daxuyaniya xwe de weha dibêje: “ Em weke hêzên Rojhilatê Kurdistanê HRK, bi boneya şehadeta herdu birayên qehreman û dilsozên gelê Kurd, em sersaxî ji tevayî gelê Kurd û bi taybetî jî ji malbata wan re dixwazin û em soz didin emê şopdarê doza wan bin.”