HRK û PJAK'ê fermandarê xwe Simko bibîr anîn

HRK û PJAK'ê fermandarê xwe Simko bibîr anîn

Ji fermandarên HRK'ê Simko Serhildan di duyemîn salvegera ji destdayîna jiyana xwe de li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi merasîmekê hat bîranîn.

Hêzên Rojhilatê Kurdistanê (HRK) û Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi armanca bîranîna yek ji fermandarên HRK'ê Simko Serhildan û çar şervanên wan Sarya, Egîd, Şahan û Têkoşer ên di çalakiya li Serdeştê de jiyana xwe ji dest dan, merasîmeke bîranînê lidar xistin.

Yek ji fermandarên HRK'ê Şoreş Bokan li merasîmê peyivî û got, "di kesayetiya van hevalan û hemû berxwedêrên berxwedana Qendîlê de pêla dagirkirin û ji holê rakirinê ya hêza dagirker a rejîma Îslamî ya Îranê têkçûye. Piştî şahadeta heval Simko bi dehan ciwanan navê Simko’yan hildan û beşdarî nava refên mebûn.  Piştî sala 2011’an û şûnde di nava du salan de beşdarbûna nava refên me pirr zêde bûye û ev jî bi bandora berxwedana Qendîlê pêşketiye”. 

Şoreş Bokan di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ewê bi hemû hêza xwe têkoşîna cangoriyên Kurdistanê bi ser bixin.

Merasîm û civîna şervanên HRK û PJAK’ê bi dirûşmên “Bijî Serok APO, Bê Serok Jiyan Nabe, Bi Can Bixwîn, Em bi terene Ey Serok û Şehîd Namirin” bi dawî bû.