Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan (HRW) diyar kir ku bi ser komkujiya Roboskê ya ku ji aliyê artêşa tirk ve pêk hat de salek derbas bû lê tu kes nehatiye darizandin û got ku ev rewş bi fikar e. HRW’ê da zanîn ku ligel k udi ser bûyerê re salek derbas bû ji kujerên 34 sivîlan hesab nehatiye pirsîn.
HRW’ê bi wesîleya salvgera Komkujiya Roboskê daxuyaniyek da û diyar kir ku der barê bombebarana hêzên hewayî ya tirk ku 34 ciwanên kurd hatin kuştin de, rayedarên tirk hêj lêpirsînek zelal nedane dest pêkirin. di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Derbarê bûyera di sînorê Tirkiye-Iraqê de qewimî de lêpirsîna meclisê û lêpirsîna edlî jî baş pêk nehatiye.”
HRW’ê da zanîn ku piştî bombebaranê der barê mirinan de lêpirsîneke nehatiye meşandin û got Tirkiye di mijara Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê (PMME) de esasên hatine diyar kirin bin pê dike.
Lêkolînerên pispor yê Tirkiyeyê ya HRW’ê Emma Sînclaîr-Webb wiha got: “ Salek derbas bû. Ji kujerên 34 ciwanên kurd hesab nehat pirsîn. Hikûmeta Tirkiyeyê, Meclis û Dozgerê Amedê nheta niha edelet pêk neaniye.”
Emma Sînclaîr-Webb wiha got: “ Komîsyona Lêpirsînê ya Mafê Mirovan a Meclisa Tirk di meha çile ya 2012’an de komîsyoneke alîkar ya ‘Bûyera Qilabanê’ ava kir. Komîsyonê ligel ku bi dehan carî got dê encamê bidest bixe, heta îro ne lêkolîn temamkirin ne jî tespîtek aşkera kirine. Endamên komîsyona binî yên mensubên partiyên muxalefetin û di pêvajoya lêkolînê ya MÎT, Wezareta Parastinê û Fermandariya Giştî hevkarî red kir. der barê bûyerê de Dozgeriya Komarê ya Amedê jî hêj lêpirsîna xwe temam nekiriye û der barê ku kengî biqedîne de jî tu tiştî nabêjin. Salek derbas bû lê tu tişt nehat kirin.”
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat diyarkirin Tirkiye Peymana Navnetewî ya Mafê Mirovan a Navnetewî bin pê dike û wiha got: “Xala duyemîn a PMME dibêji divê mafê jiyanê bê parastin”
Der barê înfazên bê daraz û keyfî de raportorê taybet yê NY’ê Chrîstof Heyns got di meha mijdarê de çûne Tirkiyeyê û got divê Tirkiye demildest dawî li binpêkirina mafan bîne û binpêkirina jî bê ceza nehêle.
Heyns jî got ligel k udi ser bûyerê re salek derbas bûye tu tiştek nehatiye kirin û got ev fikarên wan zêde dike.