HSK Rojava: Wefata Kara êşek mezin di dilê me çêkir

HSK Rojava: Wefata Kara êşek mezin di dilê me çêkir

Heyva Sor a Kurd li Rojavayê Kurdistanê der barê wefata Serokê Heyva Sor a Kurdistanê Şemsedîn Kara de daxuyaniyek weşand, ji malbata wî re sersaxî xwest û da zanîn wefata Kara êşek mezin dilê wan çêkiriye.

Serokê Heyva Sor a Kurdistanê Şemsedîn Kara piştî berxwedana du salan di encama nexweşiya pençeşêrê de jiyana xwe jidest da. Heyva Sor a Kurd li Rojavayê Kurdistanê der barê wefata Kara de daxuyaniyeke nivîskî weşand û da zanîn ku Kara û hevalên xwe bi hemû derfetên xwe piştgiriya şoreşa Rojvayê Kurdistanê kirin.

Di daxuyaniya HSK`ê ev tişt hatin gotin: "Me bi xemgînî bihîst ku Serokê Heyva Sor a Kurdistanê Şemsedîn Kara piştî berxwedana du salan di encama nexweşiya pençeşêrê de jiyana xwe jidest da. Bi wefata Kara gelê Kurd, Heyva Sor a Kurdistanê û rêxistinên mirovahî kesayetekî fedekar û mirovhez winda kirin."

HSK`ê diyar kir ku Kara jiyana xwe ji bo xizmeta mirovahiyê derbas kir û wiha dewam kir: "Bi dest pêkirina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re, Kara û hevalên xwe bi hemû derfetên xwe alîkarî û piştgiriya gelê Rojava kirin. Gelê Rojava dê tu carî têkoşîna Kara jibîr neke."

Di dawiya daxuyaniya HSK`ê ev tişt hatin gotin: " Wefata Kara êşeke mezin di dilê me de çêkir. Em ji malbata Kara, dost û hevalên wî, Heyva Sor a Kurdistanê û tevayî gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin."