Piştî ku şîrketa mezin a petrolê ya Frensî Total bi Başûrê Kurdistanê re peymanek mor kir, li rastî nerazîbûnê tund ên hukûmeta Bexdayê hat. Hukûmet Navendî ya Iraqê ragihand ku hemû peymanên petrolê yên berê li gel Totalê mor kiribûn betal kirine.
Alîkarê Wezîrê Petrolê yê Iraqê Feysel Ebdullah di daxuyaniya da de ragihand ku wana bi awayeke fermî ji Totalê xwestine ku peymanên xwe yên li gel Kurdan betal bikin. Ebdullah diyar kir ku ger Total guh nede vê bangê ew ê hîseyên petrolê yên li Halfayayê bifiroşin.
Ji sedî 18,75’ê hîseyên li Halfayayê yên şîrketa Frensî Totalê ne. Lê ji ber ku feydeya Totalê ya ji vir pir km e, bi hukûmeta Herêma Kurdistanê re peyman mor kir û êdî Halfayayê ji çavên xwe derxist.