Hukûmeta Tirk li Çelê ji nû ve dest bi çêkirina qereqolan kir
Hukûmeta Tirk li Çelê ji nû ve dest bi çêkirina qereqolan kir
Hukûmeta Tirk li Çelê ji nû ve dest bi çêkirina qereqolan kir
Artêşa Tirk a di pêvajoya şer de nikarîbû bike û li nêzî qadên stratejîk ên tevgera gerîlla ji nû ve dest bi çêkiria qereqol û çeperan kir.
Dewleta Tirk bi sûdgirtina ji pêvajoya agirbestê li Çelê li nêzî qadên sratejîk ên gerîlla ji nû ve dest bi çêkirina qereqolan û li ser giran jî dest bi çêkirina çeperan kir. Qereqola Serê Sêvê ya di sala 2010’an de hatibû destpêkirin lê ji ber hakimiyeta gerîlla nedihat temamkirin ji nû ve tê çêkirin. Her wiha çeperên li derdora qereqolên Girê Geryan ji nû ve tên çêkirin. Li nêzî qadên gerîllayan ku 49 qereqol hene li girên stratejîk ên nêzî wan qereqolan ji bo bicihkirina leşkeran xebat hatine destpêkirin. Di navbera Girê Geryan û Bîlîcan de çêkirina rê hatiye destpêkirin.
Qereqolên li wan deran ji ber ku bi armanca derfetên tevgera gerîlla bi sînor dike tên pêşxistin pir girîng in.
Dewleta Tirk bi sûdgirtina ji pêvajoya agirbest û vekişîna gerîla re lez daye çêkirina qereqolan. Li Kurdistanê di rewşa heyî de ku çêkirina 65 qereqolan dewam dike îhaleya çêkirina 275 qereqolan jî hatiye kirin.