Hunermend hatin serdana Şengaliyên li Amedê

Hunermend hatin serdana Şengaliyên li Amedê

Hunermendên ku bi mebesta piştgiriya gel Kobanî û Şingalê ji bo konsera “Dengekî bide Şengalê” hatin Amedê, Şengaliyên li Amedê ziyaret kirin.

Konsera ku ji aliyê Înisiyatîfa Hunermendên Demokratîk û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hat lidarxistin bi mebesta piştgiriya gel gelê Kobanê û Şingalê hate pêkanîn. 

Hunermend Diyar, Necmettin Xulami, Yusuf Çetin, Pınar Aydınlar, Xanemir, Ferhat Tunç, Ayfer Düzdaş, Zelal Gökçe, Ziya Akın, Erdal Bayrakoğlu, Ozan Xemdar, Farqin, Seyfullah, Cihan Çelik, İdris Bagok, Bülent Turan, Armanc, Beytocan, Mırady, Hesen Şerif, Tahsin Xıdır, Emin Yalçınkaya, Kemal Ulusoy, Gülseven Medar,Mehmet Atlı, Serhat Kural,Yeşim Coşkun jî di nav de, çûne Qada Geştê ya Şaredariya Yenîşehrê ku penaberên Şengalê lê mêvan in û digel wan hevdîtin pêk anîn. Hunermend berê li avahiya kargeriya Şaredariyê bi rayedaran re axivîn û paşê li nav konan geriyan û bi gel re sohbet kirin.   

Hunermend Diyar li vê derê axivî û bi bîr xist Kurdên Êzidî 73 caran rastî komkujiyê hatine û got, "Hûn îro li paytexta Kurdistanê mêvanên birayên xwe ne" û axaftina xwe wiha dewam kir, "Heta gihîştin vê derê gelek zehmetî bi serê wan ve hatin. Gelê kurd bi salan e têkoşîna azadiyê dide; êdî em bûne gelekî wiha ku şîn û şahiyê bi hev re dikin. Em wek hunermend hatine serdana we û banga me li gelê me ye ku bêhtir xwedîtiyê li we bikin."

Hunermend Xanemîr jî bal kişand ser qewmînên Şengal û Kobanê û got, “Li her derê komkujiyeke mezin li ser Kurdan heye. Em ji bo piştgiriya we li vê derê ne, êdî agir ser Kobaniyê dibare, xwedî lê derkevin.”

Hunermend Riza Akin jî hestên xwe wiha bilêv kir, “Ez ne Kurd in, ne Tirk im, ne laz im, ne jî Çerkez im. Ez wek mirovek li vê derê me û dixwazim her kes vê weha bibîne. Li Stenbolê mirov nikare vê fêm bike.” Akin spasiya saziyên ku ev kon vedane kir.

Derhêner û sînemager Yusuf Çetîn jî bal kişand ku lîstikên ser gelê kurd didomin û got ku eger kurd destê xwe bidine hevdu dikarin van lîstikan ji nav bibin. Çetîn dilgiraniya xwe ji ber rûdanên ser gelê kurdên Şengalê anî ziman û got, “Ez kêfxweş im ku ew niha li vê derê bi me re ne. Divê em xurt bin, li ber xwe bidin, sebirê bikêşin. Wê demê ev êş û jan dê piçekî kêm bibin. Divê em hemû ji bo vê hewl bidin.”

Hunermend Pinar Aydinlar jî bi bîr xist ku komkujiyên Mereş û Dersimê ku wan ji pirtûkan xwendine îro weke wan li Şengalê pêk hatiye û wiha axivî: “Divê em vê bizanibin li Mezopotamyayê bi hezar rengê xwe ve, ji dîrokê heta îro bi hezaran destanên berxwedanê hatine nivîsandin. Divê em hemû gel bi hev re têbikoşin.”