Hunermend Hesen Şerîf: Pêwîste em ji bo azadiyê bixebitin

Hunermend Hesen Şerîf: Pêwîste em ji bo azadiyê bixebitin

Hunermendê Kurd Hesen Şerîf ku ji bo pîrozbahiya 8’Adarê hate Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem (Mexmûr) da diyarkirin ku, di Rojhilata Navîn de di pileya yekemîn de cihê serbilindahiyê ye ku jina Kurd di nav hemû kar û xebatan de cihê xwe digirin û weke aktorê jiyanê di nava tevgerê de ye. Şerîf bal kişand ser hevdîtinên li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Dewleta Tirk û wiha got: “Beriya her tiştî em weke gelê Kurd, Gelek aştîxwazîn û em her tim di baweriya aştiyê de ne.”

Hunermendê Kurd Hesen Şerîf cara yekemine ku Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem (Mexmûr) ziyaret dike û lê dibe mêvan. Hunermend Hesen Şerîf ji ajansa me ANF re axivî û got; “Weke gelê Kurd me gelek zor û zehmetî kişand, divê êdî em neyên lîstikan. Divê em hemû hunermendên Kurd xwedî li çanda xwe derkevin, em bibin dengê gelê xwe. Tişta ku weke hunermend ji me tê xwestin em bi cih bînin û em hunera gelê xwe bikin.”

Hunermendê Kurd Hesen Şerîf ku cara yekemîne, Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem ziyaret dike û hestên xwe wiha dibêje: “Cara yekeme ku ez di nava kelecanek ev qas mezin de me.” Hunermend Hesen Şerîf da zanîn ku, ji ber ya niha li vî warî ku jiyan lê tune bû mirov bikare li ser bijî, lê belê ez niha temaşe dikim ku ev cihê Wargeh lê hatiye danîn jiyan ji nû ve afirandine, ji tunebûnê hebûn ava kirine. Şerîf da zanîn ku, ew niha di nava vî gelî de gelekî kêfxweşe û bi munasebeta rojek wiha pîroz Roja 8’ê Adarê li gel gelê Wargehê kêfxweşe.

Her wiha Hunermend Hesen Şerîf hestên xwe yên girêdayî 8’ê Adarê jî wiha tîne ziman: “Di serî de Roja 8’ê Adarê li tevahî jinên Kurd ên kedkar û şoreşger ên ku li pey azadiyê diçin pîroz dikim.” Şerîf bal kişand ser rola jinê ya di nava pêşketina Kurdistanê de û wiha da zanîn, di Rojhilata Navîn de di pileya yekemîn de cihê serbilindahiyê ye ku jina Kurd di nav hemû kar û xebatan de cihê xwe digirin û weke aktorê jiyanê di nava tevgerê de ye.

‘HESTÊN MIN YÊN KURDÎ GELEK MEZININ’

Hesen Şerîf hest û baweriya xwe a der barê aştî, azadî û yekbûna Kurdan de wiha bi lêv kir “Hestên min ên Kurdî gelek mezinin, baweriya min jî gelek mezine. Eger hêvî û bawerî di dilê mirovan de tune be mirov nikare bigihîje tu armanca xwe. Em dixwazin bigihîjin mafên xwe, em dixwazin bi nasnameya xwe, zimanê xwe, çanda xwe û ala xwe bên nasîn û bijîn.”

‘EM GELEKÎ AŞTÎXWAZIN’

Her wiha Şerîf bal kişand ser hevdîtinên ligel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Dewleta Tirk û wiha got: “Beriya her tiştî em weke gelê Kurd, gelekî aştîxwazîn û em her tim di baweriya aştiyê de ne.” Şerif bal kişand ser pêngavên aştiyê yên Tevgara Kurdan û lîstikên Dewleta Tirk û wiha da got: “Bi dehan car gelê Kurd destê aştiyê dirêj kiriye; lê tim em rastî xapandin û lîstikên dewleta Tirk hatine. Li milekî behsa aştiyê dike, li milekî operasyonên leşkerî û siyasî li ser Kurdan daye meşandin. Bersiv daye gelê Kurd û bi vî awayî baweriya me li hemberî pêngavên dewleta Tirk û Hukûmeta wê jî lewaz in.”

‘JI BO AZADIYÊ PÊWÎSTE EM BIXEBITIN’

Şerîf bal kişand ser erk û rola rêxistinên Kurdan û got: “Pêwîste weke Kurdekê ku em hemû kar bikin, heya azadiyê rêxistinên Kurd ji hemû deman bêhtir di nav xebat û yekîtiyê de be.” Hunermend Hesen Şerîf da zanîn ku, hunermend û hozanên gelê Kurd di hemû deman de pêwîste serkêş û yekrêzi, peyama gelê Kurde û pireke di nav hemû komên civakan de û di heman demê de berpirsyariyên dikeve ser milên hozanên Kurd xwedî derkeve û ji bo yekîtiya gelê Kurd bixebite. Ev barê hemû hozanên Kurd e ku ji bo piştgirîdayîna pêvajoyê û kar kirinê ku heya em bigehin azadiyê.

Hunermend Şerîf balkişand ku, gelê me hîn ne azade, gelê me gelekî bindeste, ji bo vê jî divê em xebatên gelek bi hêz bidin meşandin. Azadî ji me gelek xebatan dixwaze.  Azadî ji me hemûyan çi keç dibe çi jî xort, çi kal , çi jin çi jî ciwan dibe xebatek pîroz dixwaze.

‘MIROV HUNERÊ JI BO GELÊ XWE DIKE NE JI BO DEWLETÊ’

Şerîf bal kişand ser rewşa Hunera Kurdî û wiha da zanîn demên borî hejmara hunermendên ku bi hunerê re mijûl dibûn kêm bûn. Lê, niha ev hijmar gelek  zêde ye. Bes hin kes bi rastî huner dikin an jî tiştek din mirov nizane.  Ji ber ku li gorî çanda me an jî Kurdîtiya me huner nakin. Huner ji bo gelê xwe mirov dike, ne ku ji bo dewletê yan ji berjewendiyên kesî. Ji bo hemû hunermendan rêzên min heye, lê divê ku hunermend eslê xwe û  ji ku dere hatine  ji bîr nekin. Erka ku dikeve ser milê wan di vî warî de divê bi cih bînin.

‘MIROV BI ÇANDA XWE Û NASNAMEYA XWE HEYE’

Hunermend Hesen Şerîf da diyar kirin ku, divê hemû hunermendên Kurd bibin yek û li gorî çanda xwe xebatan bidin meşandin. Ji bo yekbûna neteweya Kurdan jî kar û bar bikin. Ên ku eslê xwe wenda kirine jî divê di ragihandinên Kurdî de cih nedin wan an jî bi wan bidin hiskirin ku wan çanda xwe ji bîr kiriye, bizivirin çanda xwe heke bibe dengê gelê xwe û awazê xwe bi zimanê xwe vebêje, bi çanda xwe re bijî dibe Kurd. Mirov bi çanda xwe û nasnameya xwe heye û bi vî rengê xwe dide diyarkirin. Heke çanda te jiyana te de cih negire wê demê tu çandekî biyanî re dijî û tu ne Kurdî tiştek din î, divê em çanda xwe ji bîr nekin û bi hêz lê xwedî derkevin.  Ji bo yekbûna neteweya xwe jî em xebat bikin.

JI HUNERMEND HESEN ŞERÎF MIZGÎNIYA ALBÛMA ‘KLASÎKÊN KURDÎ’

Her wiha Hunermend Hesen Şerîf mizgînî ya albûma xwe ya nû ya ku ji Klasîkên Kurdî yên kevin pêktê da guhdarên xwe û wiha got: “Ev Albûm ji Klasikên Kurdî yên kevin pêk tên ango di nav çanda Kurdan de wenda bûne weke hozanê Kurd dixwazim van berhemên Kurdî zîndî bikim. Bêguman eger ev destketî û kevneşopî tunebûya wê me niha nedikarî em çanda xwe bikin. Ev erka me hemûyane, em çanda xwe ya Kurdî biparêzin.” Herî dawî Şerîf da zanîn ku wê 3-4 stranan jî ji van klasîkan bikin klîp.